Li Şarya qutabîyên derçûyên 12ê amadeyî pişkdarî wirkşopekê dibin.
Tora Laliş ya ragehandinê.
Ji boy piştevanî li texa qutabîyan u tevlî kirin li bizav û çalakîyan da u ronkirna pêşerojê li hember ewan , Li roja çarşembûyê rêkeftî 7î îylula 2022ê Bingehê Laliş Şarya bi hevkarî digel zankoya Dihok u rekxirawa dad u rekxirawa nobil wirkşopek li Şarya encamdan bo jimareka qutabîyên derçûyên 12ê amadeyî .
Wirkşopa nafhatî li jêr nav û nîşanên çewanîya pêşkêşkirnê bo delîvên xwandina bê beramber bo xwandina bekaloryosê û ji layê mamostayekî şareza di vî byavî da hate pêşkêşkirin u rekxirawa dad jî hemû mezaxtîyên wê bi stoyê xweve helgirtbûn .
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî