Narîn Feqe beşdarî konsêra Voices of Change a Swêdê bû
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda Kurd Narîn Feqe, weke yekem hunermenda Kurd di konsêra “Voices of Change” a Swêdê beşdar bû û 3 stran bi zimanê Kurdî pêşkêş kirin.
Narîn Feqe ji Rûdawê re got, ew wek yekem hunermenda Kurd e di konsêra Voices of Change beşdar bûye, ew konsêr ji aliyê hikumeta Swêdê ve tê li darxistin û ji bo wan hunermendên neteweyên cuda ku li Swêdê dijîn û hunera wan bandor li ser xelkê çêkiriye tê amadekirin.
Herwiha Narîn Feqe got, 50 muzîkjen di konsêrê de beşdar bûn ku endanêm orkêstira Swêdê ne û niha ew konsêr û hevpeîvîneke taybet li gel wê, li ser rûpela Riksteatern hatiye danan û heya 20-1-2022 hezkiriyên wê dikarin lê binêrin û guhdarî bikin.
Di konserê de Narîn Feqe stranên “Ax Kurdistan” a hunermend Hozan Serhet, “Ger Bîriya Te Bikim” û 2 stranên gelerî pêşkêş kirin. Hevjînê wê Elî Şakir jî wek muzîkjenê sazê têde beşdar bû û Şapûr Bastansiyar karê muzîka stranan kiriye û note jê re nivîsandine.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî