July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber zêde bûye û ev zenga metirsiyê ye

Mesrûr Barzanî: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber zêde bûye û ev zenga metirsiyê ye

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zêdebûna bazirganî û bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê û navçeyê, weke metirsiyekê li ser civakê pênase kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vekirina Konferansa Tekoşîna li hember Madeyên Hişber de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Li gor amarên berdest, bazirganî û bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê zêde dibe, ev jî ser civaka me metirsiyek e.”

Mesrûr Barzanî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi cidî û berfereh kar ji bo jinavbirin û tekoşîna li hember vê metirsiyê dike û hemû hewlên xwe ji bo rêgirtin li belavbûna wê dike. Di sala 2020ê yasaya tekoşîna li hember madeyên hişber derxist.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Pirsgirêka madeyên hişber û tekoşîna li hember wê pirsgirêkek cîhanî ye û gelek civak pê ve girêdayî ne; Mixabin Iraq û Herêma Kurdistanê jî ne li derveyî van metirsiyan in.”
Herwaha got: “Helbet madeyên hişber ne tenê zirarê digihîne tendirustiya bikarhêner, belkû zirarên civakî, aborî, ewlekarî û darayî jî çêdike û sedema sereke ya lawazkirina sermaya mirovî ye.”

Barzanî diyar kir: “Herêma Kurdistanê bi awayên curbicur dijayetiya wê tê kirin û hewlên lawazkirina wê tên dayîn. Yek ji wan awayên herî metirsîdar jî madeyên hişber e, ku civak û ciwanên me tên armanckirin. Ji ber vê yekê divê em bi tundtirîn awa rûbirûyê vê metirsiyê bibin.”
Ji bo dîtina temamê gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li vîdeoyê li xwarê binêrin:

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi