July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hejmara qurbaniyên erdheja Afganistanê 2 hezar kes derbas kir

Hejmara qurbaniyên erdheja Afganistanê 2 hezar kes derbas kir

BasNews – Berpirsên Afganî piştrast kirin, hejmara qurbaniyên erdheja Herat li rojavayê Afganistanê 2 hezar kes derbas kiriye.

Desthilatên Afganistanê duh şemiyê 7ê Cotmehê ragiohandin, serê sibê erdhejek bi pileya 6.3 li herêma heratê ya li rojavayê Afganîstanê rû da.

Berdevkê Hikûmeta Afganistanê Bîlal Kerîmî di daxuyaniyekê de diyar kir, hejmara miriyan pir zêde ye û bi ser 2 hezar kesî ketiye.

Desteya Amerîkî ya Lêkolîna Jeolojîk diyar kir, navenda erdhejê 40 kîlometre li bakurê rojavayê bajarê Heratê bûye û piştî wê 7 paşlerzeyên bi pileya 4.6 û 6.3 rû dane.

Ofîsa NY bo Hevahengiya Karûbarên Mirovî, pêşbînî dike ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku bi dehan kes di bin avahiyên hilweşiyayî de asê mane, û rayedar dibêjin çend gundên parêzgeha Heratê bi temamî wêran bûne.

Bajarê Heratê ku 120 kîlometre li rojhilatê sînorê Îranê ye, weke paytexta çandî ya Afganistanê tê naskirin. Li gorî amarên sala 2019’an, nêzî 1,9 mîlyon kes li herêma Heratê dijî.

Afganistanê gelek caran rastî erdhejan hatiye, di Hezîrana sala borî de, erdhejeke bi pileya 5.9 li parêzgeha Paktîka rû da û zêdetir ji hezar kesî canê xwe jidest dabûn û bi deh hezaran kes jî koçber bûn.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi