July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokatiya Azerbaycanê derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev de daxuyanî da

Serokatiya Azerbaycanê derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) Serokatiya Azerbaycanê derbarê civîna Serokê wî welatî Îlham Aliyev û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, di hevdîtinê de Îlham Aliyev ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye ku “ev serdan dê hemahengiya di navbera her du aliyan de zêde bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî îro gihîşt paytexta Azerbaycanê bajarê Bakuyê û piştî pêşwaziya fermî ya li balairxaneyê, li Koşka Serokatiya Azerbaycanê ji aliyê serokê wî welatî Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin û her du serok bi ehv re civiyan.

Serokatiya Azerbaycanê têkildarî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û civîna wî ya bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Di hevdîtinê de berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganî yên Herêma Kurdistana Iraqê û Azerbaycanê, veberhênana di warê enerjiyê, zêdekirina geştiyariyê û vekirina geştên asmanî hatin gotûbêjkirin.”

Beriya ku civîn bi awayekî fermî dest pê bike, Aliyev ji Barzanî re got: “Bîranînên min ên gelek baş ji hevdîtina me ya li Munchenê hene.” Nêçîrvan Barzanî jî ji wî re got: “Gelek spas ji bo vexwendina min. Ez gelek kêfxweş im ku di dawiyê de hatim vir.”

Serokê Azerbaycanê di beşeke din a axaftina xwe de ji Serokê Herêma Kurdistanê re got, “Em ê di serdana we ya du rojan de ji bo destnîşankirina mijarên hevkariyê nîqaşên baş bikin.”

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Azerbaycanê piştî wê yekê hat ku Sibata îsal û di çarçoveta Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiyabû. Di wê civînê de Aliyev bi fermî Nêçîrvan Barzanî vexwendibû daku serdana Azerbaycanê bike.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi