July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

DANAGAS: Em dê berhemanîna gazê li Kurdistanê zêde bikin

DANAGAS: Em dê berhemanîna gazê li Kurdistanê zêde bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Peywendiyên Veberhêneran ê DANAGASê got, tê pêşbînîkirin ku berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê di meha Nîsana sala bê de 250 milyon metre sêca zêde bikin ku ew jî dê piştî bidawîbûna berfirehkirina kêlgeha Kormorê be.

DANAGASê di çaryeka dawî ya sala 2022an de şiyana berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê 50 milyon metresêca zêde kir û asta berhemanînê gihande 500 milyon metresêca û di çaryeka yekem a îsal de rêjeya berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ji %9.5 zêde kir.

Kompanyayê Îmaratê Erebî berê gotibû ku berfirehkirina kêlgeha Kormorê dê 200 milyon dolar li dahata wê ya salane zêde bike, eger nirxê petrolê li ser 70 dolarî bo bermîlekê cibicî bibe, ew jî ji sedî 40 ji dahata wê ya salane dike.

Rêveberê Peywendiyên Veberhêner ê DANAGASê Mihemed Mubaiddin got, “Zêdebûna hilberînê dê di Nîsanê de dest pê bike û tê çaverêkirin ku bandora darayî di nîvê duyemîn ê 2024an û tevahiya 2025an de bibînin.” û anî ziman ku pişka DANAGASê di hilberîna gazê de digihêje ji sedî 35an.
Ji bilî Herêma Kurdistanê, DANAGAS li Misirê jî gazê derdixe ku ji %40ê berhemanîna gaza DANAGASê ya giştî ye.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi