شبكة لالش الاعلامية

Parîs- Kesekî êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir

Parîs- Kesekî êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir

BasNews Li Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî pêk hat. Hat ragihandin ku di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes birîndar bûne, rewşa 4 kes jî birîndar bûne.

Îro Înê li Parîsê dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî pêk hat û li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes birîndar bûne, rewşa 2 birîndaran giran e.

Herwiha Ajansa fermî ya Fransayê AFPê jî ragihand ku di êrîşê de 3 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Li gorî polîsê Parîsê piştî erîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, zilamekî ku tê texmînkirin temenê wî 69 salî ye, ji aliyê polîsan ve tevî çeka xwe hatiye desteserkirin û daxwaz ji welatiyan tê kirin ku xwe ji cihê bûyerê dûr bixin.

Niştecihê taxê Emmanuel Boujenan got ku êrîşkar di kuaforê de hatiye girtin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Balyozê Brîtanyayê: Em dixwazin rêkeftina Şingalê hemû deverên madeya 140 li xwe bigre

Lalish Duhok

Li Cinêvê derbarê çarenûsa windakiriyên destê DAIŞê de gotûbêj hat kirin

Lalish Duhok

Projeyaseyek derbarê qerebûya kurdên êzdî tê pêşkêş kirin

Lalish Duhok