Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li dayîka du şehîdan kir
BasNews – Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya qeza Amêdî de pêşwazî li dayîka du şehîdan kir.
Îro 07.09.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya qeza Amêdî de, pêşwazî li Misrî Xan Mistefa kir, ku dayîka du şehîdane û di şerê dijî terorîstên DAIŞê de şehîd ketibûn.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pesnê qurbanîdan û berxwedana kesûkarên şehîdên serbilind ên Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku malbata wan nimûneyekîn ji sedan malbatên deverê ku qurbaniyên zêde bo gel û niştiman dane.
Mesrûr Barzanî got: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê xizmeta zêdetir bo kesûkarên şehîdan wek erkê serekî yê xwe dizane.’’
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî