شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pêşhatên li Kurdistanê ligel Şah û Şahjina Belcîkayê gotûbêj dike

Mesrûr Barzanî pêşhatên li Kurdistanê ligel Şah û Şahjina Belcîkayê gotûbêj dike

BasNews-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di Korbenda Aboriyê ya Davosê de, beşdarî civîneke taybet a bi navê (Bihêzkirina Pîşesaziya Ewropayê) bû ku ji aliyê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander Dicrou ve hatibû organîzekirin.

Di vê civîna taybet de ku Şahê Belcîka Philippe, Şahjin Matilda û çend berpirsên payebilind ên Belcîka û Ewropî beşdar bûn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Şah û Şahjina Belcîka û berpirsên din ên beşdar di vê civîna taybet de, behsa guhertin û pêşhatên Iraq û Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehem kirin, bii taybetî di warê geşepêdana veberhênanê de û giringîpêdan bi sektora çandiniyê û hinartina berhemên navxweyî yên Kurdistanê bo bazarên Ewropayê.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PKKê li Şingalê 52 kes revandin

Lalish Duhok

Sûdanî: Hewcedariya Iraqê bi hêzên şerker ên ti welatekî nîne

Lalish Duhok

Bi çavdêriya Serok Barzanî 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê dê birêve biçe

Lalish Duhok