March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Stranên Kurdî bêyî çavkanî bo Tirkî tên wergerandin

Stranên Kurdî bêyî çavkanî bo Tirkî tên wergerandin

Hewlêr (Rûdaw) – Wergerandin û belavkirina stranên Kurdî bi zimanê Tirkî bêyî nîşandana çavkanî û dayîna mafê telîfê, berdewam e.

Derket holê ku kesê bi navê Abdurrahman Onul yê ku bi zimanê Tirki stranên olî distirê, heta niha 10 stranên Kurdî bêyî wergirtina destûr û mafê telîfê, bi Tirkî belav kirine.

Li ser kanala Youtubê ya bi navê “Diziya Tirk’an” vîdyoyek hat belavkirin ku tê de hatiye destnîşankirin, Abdurahman Onul di albûmên xwe de muzîka 10 stranên xwe ji berhemên Kurdî wergirtiye.

Ew vîdyo bi nivîsa,  “Ez ê ji we re 10 muzîkên berawirdî yên ku Abdurahman Onul ji Kurdî dizîne û kirine Tirkî pêşkêş bikim” hatiye belavkirin.

Di nav wan stranên ku Onul xistine nav albumên xwe, stranên Kurdî yên gelêrî û yên ku awazdanerên wan diyar in jî hene.

Herwiha di nav stranan de 2 berhemên ku orjînala wan şêwazarê Zazakî ye jî hene û yên din bi şêwazarê Kurmancî ne.

Li gor wê kenala Youtubê, berhemên Kurdî ku bêyî diyarkirina çavkaniyê ji bo Tirkî hatine wergerandin ev in:

Strana gelêrî ya herema Dêrsimê  Elqajiyê /”Bir görseydik seni”

Strana gelêrî “Ximximê torevana” / “Aşkın ile Aşıklar”

Strana gelêrî “Dilbera’m Dilber” / “Ağlaya Ağlaya

Strana gelêrî “Geliyê Zîlan”/ “Uçun Kuşlar Medine’ye”

Strana gelêrî “Bîngol Şewitî”/ “Yusuf Yüzlüm”

Strana gelêrî “Hawar Geylanî” / “Havar Geylanî”

Strana Hozan Diyar “Erdalê min” / “Ey Nefsi Serkeş”

Strana Hozan Diyar “Pîroz Be” / “Gül Yüzlü”

Awaza Aram Tigran  “Ay Dîlberê” / “Medine Gülü”

Strana gelêrî “Yara Min Tu Rewşenî” / “Menzil’de Üç Minare”

Nivîskar û Akademisyenê Kurd Selîm Temo derbarê mijarê de peyamek belav kir û Abdurrahman Onul wek diz binav kir û got, “Hem didize hem xêr dike.”

Selîm Temo li ser hesabê xwe yê Twitterê bi hashtaga #dizoAbdurrahman ev peyam belav kir, “Stranên Kurdî didize û dike stranên olî (îlahî). Hem didize hem xêr dike. Hem cîhanê hem jî axîretê garantî dike. ‘Leheng`ê serdema me ye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi