September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îmareta behsa bihêzkirina peywendiyên dualî kirin

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îmareta behsa bihêzkirina peywendiyên dualî kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê nû yê Îmaratê Ehmed Îbrahîm Seîd el Zahêrî li Hewlêrê civiyan û behsa bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmaretê kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja Duşemê (06.05.2019) li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê nû yê Îmaratê Ehmed Îbrahîm Seîd el Zahêrî kir.

Nêçîrvan Barzanî bi helkefta destbikarbûna kosulê nû yê Îmaratê pîrozbahî li Ehmed Îbrahîm Seîd el Zahêrî kir û hêviya serketinê jê re xwest û piştevaniya saziyên hikûmetê ji bo kar û çalakî yên wî nîşan da.

Di hevdîtinê de Barzanî bir kurtahî behsa şerê li dijî DAIŞê, hatina hijmareka zêde ya penaber û koçberan, têkilî yên navbare Hewlêr û Bexdayê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Barzanî daxwza Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina tekiliyên dualî di hemû waran de nîşan da, bi taybetî ku derfetên kar ji bo sermayedar û kompaniyên biyanî li Herêma Kurdistanê heye, herwiha spasiya alîkarî yên mirovî yên Îmaratê ji bo koçber û penaberan kir.

Kosulê Îmaratê silav û rêzên rêveberiya welatê xwe bi Serokwezîr Barzanî ragehand û behsa kar û çelengî yên xwe, bi hêzkirina têkilî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di hemû waran de kir.

Zahêrî herwiha da zanîn ku ew dê piştîvaniya sazî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kar, çalakî û alîkarî yên mirovî bikin

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.