September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî û konsolê Amerîkayê li Hewlêrê civiyan

Mesrûr Barzanî û konsolê Amerîkayê li Hewlêrê civiyan

BasNews – Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê li gel konsolê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê civiya.

Îro 22.05.2019ê şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsolê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Fagin kir û pêşketinên dawiyê yên li navçeyê bi giştî û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Herwaha di hevdîtinê de peyvendiyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi hemû aliyan ve hat nirxandin û di heman civînê de amaje hat kirin ku çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bi rêya dialogan pêkbê û pêşhateyên navçeyê jî hatin gotûbêj kirin.

Konsolê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Fagin, piştevaniya welatê xwe bo bernameya çaksaziya herêma Kurdistanê û bihêz kirina peyvendiyên dualî û seqamgiriya navçeyê bi teqezî anî ziman.

Rewşa naha ya navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê û hemahengiya navbera Bexda û Hewlêr û hêzên hevpeyman aliyeke din ê wê civînê bû.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.