December 13, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Şingalê 9 gorên bikom ên Kurdên Êzidî şewitîne

Li Şingalê 9 gorên bikom ên Kurdên Êzidî şewitîne

Şingal (Rûdaw) Di nava çend rojên derbasbûyî de nêzîkî 10 hezar donimên zeviyên cotkaran li sînorê Şingalê şewitîn. Herwiha ji ber wan şewatan, 9 gorên bikom ên Kurdên Êzidî jî şewitîne ku 6 ji wan goran li gundê Herdanê ne.

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, îsal ji destpêka werza germê ve heya niha zêdetirî 100 hezar donim ji zeviyên çandiniyê yên xelkê Şingalê bi sedemên cuda cuda li navçeyên derdora Şingalê şewitîne.

Di encama şewatan de, tenê li gundê Herdanê 6 gorên bikom ên Kurdên Êzidî şewitîne ku zêdetirî 100 term têde ne. Tê pêşbînîkirin ku beşeke wan terman ji ber wê şewatê ziyan dîtibin.

Li Şingalê ti navendeke hawarçûna bilez nînr, xelkê deverê jî ji wê yekê nerazî ne ku tîmên agirvemirandinê di dema xwe de neçûne cihê şewatê.

Welatiyê bi navê Hesen Elî gazinan li hikûmetê û rêxistinên mirovî dike û dibêje: “Ne hikûmet û ne rêxistin alîkariya me nakin û van gora ranakin û ev gorên bikom têne şewetandin.”

Herwiha ji ber şewatên ku li Şingalê çêbûne, bi qasî 14 milyon dînarên Iraqî ziyan gihîştiye mêşên hingiv ên xalkê Gormizê

Mêşvan, Xalid Gormiz ji Rûdawê re axivî û got: “Mêşên me berhemê wan bi 14 milyon dînar hebûn û hemû şewetîn û dexlûdan jî şewetiye.”

Di herdu heftiyên derbasbûyî de li gor mamrên Rêveberiya Çandiniyê ya Qezaya Şingalê, nêzîkî 100 hezar donim ceh û genim li sînoê Şingalê şewetîne.

Li sînorê qezaya Şingalê bêtirî 70 gorên bikom hene ku 9 ji wan şewetîne û metirsî li ser gorên din jî heye.

Şewata li zeviyên sînorê Şingalê di demekê de ye ku proseya vedana gorên bikom ên Kurdên Êzidî, berî 3 mehan dest pê kiribû.

Di 3ê Tebaxa 2014an de, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser Şingalê û derdora wê û çekdarên wê rêxistinê, di rojên destpêkê yên êrîşê de bi sedan Kurdên Êzidî komkuj kirin û zêdetir ji 360 hezar Kurdên Êzidî yên din jî ji cih û warê xwe aware bûn.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.