July 15, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kurdên Êzidî yên li Almanyayê cejna Çarşema Sor pîroz kir

Kurdên Êzidî yên li Almanyayê cejna Çarşema Sor pîroz kir

Ji aliyê Zinar Şîno Duh vî demî 02:03
Kurdên Êzidî li parka bajarê Bielefeld hatin cem hev û cejna Çarşema Sor pîroz kirin

 

Bielefeld (Rûdaw) – Li gor ola Kurdên Êzidî yên ku di parka bajarê Bielefeld de hatine cem hev û seyran û ahengê dikin, destpêkirina çêbûna dinyayê di van rojan de bûye.

Heyhat ku 15 salî ye û malbata wê 18 sal in li Almanyayê dijî, zimanê dayîkê baş nizane û welatê bav û kalan jî hîn nedîtiye.

Heyhat dibêje: “Ez li Dortmund jidayîk bûme û zimanê xwe yê dayîkê baş nizanim. Ez gelek dixwazim carekê biçim Iraqê, ji ber ku ez ti caran neçûme wê derê, lê min bihîstiye ku ew der gelek xweş e.”

Ji Şaredariya Bajarê Bielefeld ku tê texmînkirin nêzîkî 10 hezar Kurdên Êzidî lê dijîn, Kadn Uzunyayla hatiye pîrozbahiya cejnê, ew dizane ku li bajarê wan çendîn rêxistin û komele û saziyên Êzidiyan hene û yek ji sedemên hewldanên Êzidiyan bo xwe guncadina di civaka vî welatî de bi sedema wê çendê ye ku dixwazin li vî welatî dirêj bimînin.

Şaredarê Bielefeld Kadn Uzunyayla ji Rûdawê re ragihand: “Eger mirov pirsyarê ji Êzidiyan bike, dê bibêjin em dixwazin bi awayekî demdirêj li Almanyayê bijîn. Li gor grûpên din ên biyanî, Êzidî dixwazin li vir demdirêj bimînin û cihê xwe li vê derê bikin. Saziyên koman, herwiha yên herêmî hewl didin di pirsên entegreyê de alîkarî û piştgiriya Êzidiyan bikin û birastî jî wisa ye. Li bajarê Bielefeld saziyên me hene ku xwe mijûlî pirsên Êzidiyan dikin.”

Navenda Lalişê ya li Almanyayê yek ji wan bi dehan sazî û komele û malên Êzidiyan e li Almanyayê ku xwedî li civaka Kurdên Êzidî dedikeve. Ew her sal carekê bi şaredariyê re dicivin û tevî hebûna hinek kêmasiyan, sal bi sal Êzidiyên li Bielefeld çalaktir û nêzîktir dibin ji civaka welatê nema êdî nû ye ji wan re.

Berpirsê Navenda Lalişê ya li Almanyayê Xelat Şêx Murad ji Rûdawê re diyar kir ku her sal li gel Şaredariya Bielefeld dicivin ku behsa hemû revendan tê kirin. Revenda Kurdên Êzidî yek ji wan revendan e ku bi civakê re baş digunce û berê wan di xwendinê de ye.

Di zanist û siyasetê de heta di medya û werzişê de, eger li gor wê çavkaniya ku behsa nêzîkî 150 hezar Kurdên Êzidî dike jî nebe, welatiyên Êzidî li wî welatî cihê xwe xweş kirine.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.