November 21, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Konê Reş: Gelo Navê Çiyayê Şengalî ji Navê Pîr Alî Hatiye Girtin?

 Gelo Navê Çiyayê Şengalî ji Navê Pîr Alî Hatiye Girtin?

      Konê Reş

Çiyayê Şengalê Mezra geliyê Pîra Warê bav û bapîra Bi me xweş nayê Dengê Mela û Kizîra.. Sebaretî navê Şengalê, bi min weş e ku ez van baweriyên xwe ji we re pêşkêş bikim.

Di baweriya min de, navê Şengalê ji du peyvan pêk tê; Şeng bi wateye spehî an xweşik û peyva Al li navê Pîr Alî vedigere.

Di heyamê berê de, qelaçê Dasika an Çiyayê Çêlka, an herêma Hevêrka ku Kurmanc jê re dibêjin çiyayê (Bagokê) û xiristyan jê re dibêjin çiyayê (Tor Abdîn), xweş cih û war bû ji Êzidiyan re, nexasim yên eşîra Çêlka..

Firehbûna ku di avbera çiyayê Bagokê û Çiyayê Şengalê de dor 80 km heye û çiyayê Mosîsana dikeve navbera wan de, anku dor 40 K. M başûrê Qelaçê Dasika an Bagokê dikeve.. û ew Çiyaya ber bi başûr ve dirêj dibû nav deşta Dasika an Beriya Xelef Axa ta ku digihîşt girê Qeresiyê û çiyayê Şengalê.

Rojhelatî vê herêmê jî çiyayê Qereçoxê Mosîsana an Çiyayê Qereçoxê Mîran bû anku ew jî cih û warê Êzidiyan bû.. û tev akinciyên wê Êzidiyên eşîra Çêlka, Dasika û Mosîsana bûn.

Hingî Pîr Alî serkêşiya wan dikir. Lê xuya ye piştî ku misilmantî hatiye herêmê, gelek zor li Pîr Alî hatiye kirin, wî xwe ber bi Çiyayê Şengalê ve berdaye û lê akincî bûye û bi demê re navê Çiya ji xweşbûnê bi navê wî ve hatiye girêdan û bûye Şeng Alî anku çiyayê Alî.. Roja îro, devera di navbera Qelaçê Dasika û çiyayê Mosîsana de devera Aliyan jê re tê gotin û niha mala Meree Axa akinciyên wê ne.

Di baweriya min de navê Aliyan ji navê Pîr Alî lê hatiye kirin.. Di eynî herema Aliyan de, li gundê Dêrûn Kevinkê gorên Êzidiyên mala Heyder hene, xelkên deverê dibêjin gorên Êzidiya ne.. Û her wiha niha navê gelek gundan di wê deverê de bi gotina ALÎ destpê dikin wek: Alî Bedran, Alî Qosê (Aleqosê), Alî Reşa (Alareşa), Alî Qemşê (Ala Qemşê).. Hem jî hêja ye em bêjin ku di destpêka çerxê 20 an de, ji van êlên derdora Nisêbînê re wek Temika, Bûbilana, Mêrsîna, Koçekan gotina Pînar Alî dihat gotin.

Wek ku diyar e Pînar Alî navê eşîra Xelef Axa bû, xwediyê beriya Sinceqê, ewa ku Çiyayê Bagokê û Çiyayê Şengalê bi heve girêdide. Wek ku min got baweriye.. Baweriya min e.

Konê Reş, Qamişlo

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.