September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

ÎDIA – MÎTê ji Şingalê 4 endamên PKKê birin Tirkiyê

ÎDIA – MÎTê ji Şingalê 4 endamên PKKê birin Tirkiyê

Navenda Nûçeyan Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) îdia kir ku wan li Şingalê li hember endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyon pêk aniye û 4 endamên PKKê birine Tirkiyê.

 

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) li Şingalê li hember PKKê operasyon kiriye û 4 endamên PKKê, ji Şingalê bo Tirkiyê hatine veguhestin.

 

Di nûçeyê de tê gotin ku endamên PKKê li Tirkiyê radestî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) hatine kirin.

 

Herwiha hatiye îdiakirin ku navê endamên PKKê; V.K (34), M.K (21), A.O (20) û K.Î (16) ye û tevlî rêzên YPGê bûne.

 

Li ser vê mijarê ji aliyê PKKê ve hêj daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.