August 20, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

DAIŞê peyameke vîdeoyî ya Ebûbekir Bexdadî belav kir

Hewlêr (Rûdaw) Rêxistina DAIŞê piştî sala 2014an, yekem car peyameke vîdeoyî ya Ebûbekir Bexdadî belav dike, ku vîdeo 18 xulek e.

Ebûbekir Bexdadî di peyama xwe de bey’eta çekdarên Malî, Burkînafaso û Efxanistanê qebûl dike.

Bexdadî dibêje ku êrişên Srî Lankayê ji bo şerê Baxozê tolhildan bû û dibêje ku “şerê îro yê dewleta îslamî şerê man û nemanê ye”.

Ebûbekir Bexdadî herwiha dibêje ku çekdarên wî ne li Lîbyayê, ne li Mûsilê, ne li Reqa û Baxozê xwe nedane dest û heta dema dawî ya “şehîdbûnê” şer kirine.

Bexdadî amaje bi wê yekê dike ku “şerê Îslamê li dijî xaçparêzan şerekî dirêj e, şerê Baxozê bi dawî bûye û çendîn kesên nêzîkî xwe di wî şerî de ji dest dane”.

Ebûbekir Bexdadî dibêje ku “me biryar da ku 92 êriş li 8 welatên cîhanê encam bidin” û daxwaz dike ku êriş bikin ser “xaçparêzan bi tayberî yên Fransî”.

Di dîmenan de xuya dike ku laşê Bexdadî xurt bûye û riha wî sor û spî ye, çekeke AK-47 li cem xwe daniye û ji çend kesan re diaxive ku rûyên wan hatine nixumandin.

Li ser vîdeoyê logoya dezgeha Furqanê heye ku dezgeha ragihandin û belavkirinê ya rêxistina DAIŞê ye.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.