March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Xwebexşeke Holandî pisîkên birîndar ên şerê Sûriyê xwedî dike

Xwebexşeke Holandî pisîkên birîndar ên şerê Sûriyê xwedî dike

Hewlêr (Rûdaw) Li Sûriyê ne tenê mirov bûne qurbaniyên şer û pevçûnan, lê dar, sirûşt, ajel, seg û pisîk jî, ketine ber ziyanên mezin, ku bi sedema wê rewşa aloz ku li wî welatî derket. Xwebexşeke Holandî jî dixwaze pisîkên birîndar ên şerê Sûriyê xwedî bike.

Xwendekareke xwebexş a Holendî, xwest pisîkeke kêmendam ji Sûriyê li xwe bigire, dawiyê jî, 2 pisîkên Sûrî li cem wê man.

Celine de Jong, Xwebexş, diyar dike, “Ez li pisîkekê ji Yunanê xwedî derketim. Navê wê Şad e, ew gelekî baş e. Zaroka min a biçûk e. Piştî ku min pisîkeke din li xwe girt, navê wê Bêlla bû, tûşî şehtbûnê bû, lewma rûyê wê tirsnak bû, guhê wê li vir bû û çavê wê li vir bû. Diranên wê jî gelekî ne xweşik bûn. Di hundirê xwe de gelekî xweşik bû, lê ji derve de, ne wiha bû. Ez bawer dikim xelk wê naxwazin ji ber ku dîmenê wê yê derve ne ciwan e, lê hundirê wê gelekî xweşik e.”

Celine de Jong pêwendî bi rêxistineke Sûrî re kir, ku guhdanê bi ajelên qurbaniyên şerê Sûriyê dike. Êdî ligel dêya xwe ji Holendayê çû Beyrûtê ji bo du piskên ku ji Sûriyê hatibûne wê derê bibîne û li xwe bigire. Yek ji wan bi navê Hollî û ya din jî bi navê Zêne bû.

Celine de Jong, Xwebexş, dibêje, “Min li ser facebookê dît ku komeleyek bi navê (Tîma Sûrî ji bo Parastina Ajelan) heye, pisîkeke gelekî xweşik hebû, kêmendam bibû. Lingê wê hatibûne jêkirin, lê ew gelekî baş bû, min ji wan pirsî: (Ez ji Holendayê me, gelo ez dikarim pisîkekê ji Sûriyê li xwe bigirim?) wan got: (Belê, dibe, lê ez ez bawer im ku pêwîst e ez heft mehan çaverê bim yan tiştekî wiha). Êdî min got, baş e, ez dikarim çend mehan çaverê bim, lê di dawiya 2018an de divabû ez wê ji Almanyayê bînim. Ji Sûriyê çû bû Beyrûtê û ji Beyrûtê çû bû Frankfortê. Ez bawer im ew yek, Berfanbara 2018an bû, lê Berfanbara par mir. Bi sedema wê yekê her min xwest ez du pisîkên din ji heman rêxistinê li xwe bigirim.”

Bi dirêjiya şerê Sûriyê, ku dike 10 salên xwe biserî bike, li kêleka mirovan, bi dehên hezaran dar, ajel, seg û pisîkan jî, baca hebûna xwe di nav agirê wî şerî de daye û hêj berdewam e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi