February 03, 2023

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Koçbereka Kurd: Min digot xwezî bi serdema DAIŞê

Koçbereka Kurd: Min digot xwezî bi serdema DAIŞê

Hewlêr (Rûdaw) – Koçberên Kurd ên li Kampa Şarya ku li ser sînorê Poland û Belarûsê asê mabûn û niha vegeriya ne, behsa çîrokên xwe dikin. Koçbereka Kurd ya ku ji Belarûsê vegeriya ye dibêje “Min digot xwezî bi serdema DAIŞê.”

Husên Îlyas û Niyam Xelo, behsa wan zehmetî û derdeseriyan dikin ku dema hewldan sînorê Polanda derbas bikin, dîtine.

Husên dibêje, zêrevanên sînorê Belarûsê li koçberan didan û ji wan re digotin ku eger têlbendê derbas bikin, bimrin jî venagerin Belarûsê. Herwiha dibêjin ku haya wan ji rewşa siyasî  ya Polanda û Belarûsê nebû.

Koçberê Ji Belarûsê Vegeriya ye Husên Îlyas  dibêje “Me otomobîl li ser hesabê xwe digirt, me bi 300 dolar heta 600 dolaran digirt. Hinek car heta ser bi sînor (Polanda) diçûn, piştre hikûmeta Belarûsê em bi zorê vedigerandin. Carên wiha jî hebûn me têlbend derbas dikir, hinek caran jî li ba têlbendê diman.”

Piştî wêya ku nûçeya vegerandina koçberan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve gehişte wan, navê xwe nivîsîne û li ser xwesteka xwe biryara vegerê dane. Niyam Xelo behsa rewşa xirab a ser sînor dike û dibêje, rewş ji serdema DAIŞê xirabtir bû.

Koçbera Ji Beêarûsê Vegeriya ye Niyam Xelo “Em tî dibûn, birçî dibûn, diwestiyan, sermayê dida me û bê xew diman. Rewş gelekî zehmet bû. Herçiqas ti rojek ji serdema DAIŞê nexweştir nebû, baştir e mirov li mala xwe bemire, lê dema li nav wê daristanê bûn, hewqasî westiyayî bûn, min digot xwezî bi serdema DAIŞê.”

Roja Pêncşema borî yekem karwanê koçberan ji Belarûsê gehişte Hewlêrê ku ji 431 koçberan, nêzîkê ji sedî 95ê wan xelkê Herêma Kurdistanê bûn. Ev jî piştî wê yekê hat ku hikûmeta Polandayê koçber bêhêvî kirin ji wêya sînor li ber wan veke daku biçin Almanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi