March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Messi bi çavên tijî hêsir malavayî li Barcelonayê kir

Messi bi çavên tijî hêsir malavayî li Barcelonayê kir

Hewlêr (Rûdaw) Piştî 20 salan Messi di kongreyeke rojnamevanî de bi fermî ragihand ku ji Barcelonayê cuda dibe û eşkere jî kir, egera wê heye beşdarî tîma Paris Saint Germain bibe.

Futbolîstê binavûdeng ê Arjantînî Lionel Messi îro, 08.08.2021, kongreyeke rojnamevaniyê saz kir û bi çavên tijî hêsir cudabûna xwe ji Barcelonayê bi awayekî fermî ragihand.

Lionel Messi ku ne tenê destpêkê lê di berdewamiya kongreya rojnamevanî de nekarî xwe bigire û bi kela girî behsa ezmûna xwe ya li Barcelonayê, zehmetiya cudabûna ji wê tîmê piştî 20 salan û planên xwe yên pêşerojê kir.

Stêrkê cîhanî amaje bi wê kir ku wî ti caran bîr li bicîhiştina Barcelonayê nekiribû û got, “Rojekê ji rojan bi seredan vedigerim vî bajarî. Dixwazim bi ciwantirîn şêwe xatir ji piştevanên Barcelona bixwazim.”

Lionel Messî tekez jî kir ku wî hewl da li Barcelonayê bimîne lê “Yasayên La Liga rêgir bûn li pêş mana min li Barcelonayê.”

Her di dewama axaftina xwe de Messi behsa zehmetiya bicîhiştina Barcelona bo xwe û malbata xwe kir û got, “Min xewn bi wê yekê didît ku ji nav yarîgehê xatir ji hezkiriyên xwe bixwazim.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi