April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Gul û kulîlkên Kurdistanê li Swêdê têne çandin

Gul û kulîlkên Kurdistanê li Swêdê têne çandin

Hewlêr (K24) – Çend Kurdên nişteciyên welatê Swêdê bi karê baxçe û çandiniyê ve mijûl in. Yek ji wan Aram Hewramî ye, ku ew bi xwe mamoste ye û bi karê baxçeyê xwe ve mijûl e û tovên xwe ji Kurdistanê birine Swêdê.

Aram Hewramî li Kurdistanê mamosteyê dibistanê bû, li Swêdê jî heman kar dike, piştî dersên li dibistanê û rojên betlaneyê tê baxçeyê xwe. Ew dibêje: “Ji ber ku ez li Hewraman mezin bûme, ez ji hêşinahî û dar û beran dikim. Bûye 25 sal ev baxçeyê min heye, ez hez nakim biçim li bazarê hêşînahî bikirim, ku bi dermanên kîmyayî têne berhemanîn.”

Mamoste Aram Hewramî, ji bilî berhemên hêşînahî, ku piraniya tovên wan ji Kurdistanê jê re tên, baxçeyê xwe bi gul û kulîlkan xemilandiye û dîmeneke ciwan daye baxçeyê xwe.

Fuwad Eskender ku ew jî xwediyê baxçeyekî y, dibêje: “Dema ez têm vê derê, bêriya Silêmaniyê dikim, ji ber ku min ev der weke Silêmaniyê kiriye, xelk û hevalên min tên vê derê û ji sibê heta êvarê li vir dimînin.”

Sefer Pîrepûr jî yek ji wan xwediyên baxçeyan e, ku ew tovên reyhanên xwe ji Rojhilatê Kurdistanê birine Swêdê.

Pîrepûr ji K24ê re diyar kir: “Ez xebatê hez dikim, ez dixwazim ji xelkê re nîşan bidim ku karê çandiniyê çi ye û çawa ye, dema çandiniya te hebe, yanî tu xweşbext î, welatên ku çandiniya wan tune ye, ne xweşbext in.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi