April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li kolana hunerî ya Diyarbekirê huner derket kuçeyan

Li kolana hunerî ya Diyarbekirê huner derket kuçeyan

Diyarbekir (K24) – Piştî ji rewşa pandemiyê vegerî normalbûnê, li Diyarbekirê projeyên rengîn yên çandî û hunerî jî dest pê kirin. Di 21’ê Hezîranê de li Kolana Hunerî ya Diyarbekirê, bernameyeke hunerî hat li dar xistin. Ji aliyekî ve muzîk û folklor hatin peşkeşkirin, ji aliyê din de jî zarokan li derve enerjiya xwe valakirin.

Li Diyarbekirê Komeleya Parastin û xweşkirina Kolana Hunerê, bi piştgiriya şaredariya mezin a Diyarbekirê û saziya çandî ya Diyarebkirê projeya ‘li kuçeyan huner heye’ çalakiyên çandî û hunerî li dar xist. Hem hunermend û hem jî weşlatiyên beşdar piştî pandemiyê bi kêf û coş wê projeyê pêşwazî kirin.

Serokê Komeleya Parastin û Xeşkirina Kolana Hunerî ya Diyarbekirê Umît Ûmdû bal kişand ku berê jî navê kolana hunerî li ser kolanê bûye, lê çalakiyên hunerî nedihatin kirin, Loma jî wan komele ava kirine û bi piştgiriya Parêzgarî û saziya çandî ya bajêr piştî plansazî û xebatên ji 3 salan zêdetir ser û ber dane kolanê.

Umît Ûmdû ji K24ê re got: “Me ji bo ku ev kolan wek navê xwe bibe ciyê çalakiyên çand û hunerî û welatî werin lê dema xwe xweş derbas bikin komele ava kir û piştî 3 sal û nîv hewldanan, kolana hunerî ya Ofîsê niha bi teşeya xwe ya nû ji aliyê her kesî ve erênî tê dîtin. Bi piştgiriya parêzgarî û şaredariyê û rêvebiriya Saziya Çandî ya Diyarbekirê me vê projeyê amade kir. Êdî dê li vê kolanê konsert, rojên îmzeyê û çalakiyên hunerî bi berdewamî bên lidarxistin.”

Serdema pandemiyê li ser karê hunerî û hunermendan jî bandorên gelek neyînî kiriye û piştî ku qedexeya pandemiyê xilas bûbû jî hunermendan daxwaza piştgiriyan kiribû. Hunermendên heremî jî ragihandin ku bi projeyên wiha ew jî derfet dibînin ku dîsa xwe bigihînin civakê.

Hunermend Senem Bukulmez û Songul Yilmaz jî balê kişandin ku hemû hunerkar di serdema pandemiyê de, bi her awayî gelek zehmetî û pirsgirêkan jiyane û loma jî projeyên wiha ji bo wan jî piştgiryên girîng in.

Hunermend Senem Bukulmez got: “Muzîkjenan jî di serdema pandemiyê de gelek zehmetiyan kişand. Çalakiyên wiha ji bo me jî piştgiri ye. Muzikjen û hunermendên ku bê kar mabûn, pirsgirêkên mezin dijiyan. Hem ji aliyê aborî de, hem jî ji aliyê peşkeşkirina hunerê ve projeyên baş in.”

Muzîkjen Senem Bukulmez got : “Hunermendên xwecîh ên Diyarbekirê bi saya vê çalakiyê bi welatiyan re berhev hatin. Hem em kelecanî ne, hem jî welatî bi bêrikirin û hezkirina van rojan hatine vê derê. Em spasiya hemû saziyên ku van piştgiriyan didin dikin.”

Welatî hin ji wan bi malabata xwe re, hin ji wan jî bi hevalên xwe re piştî demeke dirêj, li kolanan daxilî çalakiyên hunerî bûn.

Welatî Bulent Degîrmencî got: “Demeke dirêj em ji van çalakiyan bêpar mabûn, êdî her kes ji ber pandemîyê dilteng bûbû. Êdî emê hem wek aborî û hem jî wek derûnî hêdî hêdî birînên xwe rapêçin. Hemû pêwendiyên me yên civakî û malbatî ji girtinên pandemiyê bandor dîtîn, hêvîdarim êdî em hemû aliyê jiyana xwe ber bi başî ve bibin.”

Çalakiyên çandî û hunerî ku teqrîben 7 demjimêr berdewam kirin de tîmên bandoyê, komên folklorê û muzîkjenan hunerên xwe peşkeş kirin. Hat ragihandin ku dê çalakiyên çandÎ û hunerî her hefte berdewam bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi