April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Melekê Tawus li Ezdaîzmê -3

Melekê Tawus li Ezdaîzmê -3

Serokê Enstîtûya Dîroka Êzîdîyan li Moskow doktor Yûra Dasinî gotareke delal ji malpera me ra şandîye, ku tê da malûmatîyên giring hene derheqa dînê gelê me yê esilî û kevinare da. Ji ber mezinbûna nivîsê me ew kir sê beş, beşa pêşin û duduyan me duh û pêr çap kir, îro beşa sisîyan, ango ya dawî raberî we dikin.

Dr. Yûra Dasinî

Dîrêktorê Enstîtûya Dîroka Êzîdîyan li Moskow

Melek Tawus li Ezdaîzmê

Beşa 2

Gunehbariya derewîn

Wusa qewimî ku di jiyana dinyayî ya du sedsalên borî, bi sûretê Melek Tawus, hin gelên cîhanê ramanek derewîn afirandiye. Sedema vê yekê sûcdariyên derewîn ên elîtên misilmane.Rêwerzên islamê bi Xwedawendya Melekê Tawûs bawer nakin û hemû cûreyên xisletên neyînî pêvedikin. Melekê Tawûs wekî milyaketekî hezman ketî dibînin û radighînin ku ew kaniya bextreşî, têkçûn û hemû nexweşiyane. Ev gunehbariê derewîn hişt ku dused salên dawîn de li ba gelek xelkên cîhanê nerînek ne rast li ser Melekê Tawûs dirust bibe. Gunehbariyên derewîn ji aliyê bijarta islamîve bû sedema ku nerînek şaş li ser Melekê Tawûs rû bide.Weke tê zanîn, di destpêka rûdana islamê, nerîna misilmanana li ser Milyaketê Tawûs bicarekê wekî din bû. Desthilatdar ên islamî, bo xaka xwe fireh bikin û erd, milk û malan zeft bikin û êzîdiyan bikin misilman, ji sedsala 12-anve nerîna xwe li ser Milyaketê Tawûs guhertin.Wan destpêkir hemû rêbaz, bi taybetî, rêbazên idyolojîk û propaganda islamîzmȇ bikaranîn bo êzîdiyan li ber çavên gelên derdor reş bikin, ku wan bi zorê bikin misilman. Desthilatdar ên islamî, bi alîkariya oldarê islamî yên navdar û li ser bingeha hinek beşên ji hînkirnên êzîdî, herweha ramanên nekok ji olên kevnar yên îranî yên nêzîkî ola êzîdî (zerdeştî, mîtrayî, manîparêzî), wetaya rast ya felsefa ola êzidî derbarê hizrên Melekê Tawûs şaşomaşo kirin û ew wek kaniya şer dan zanîn. Oldarê islamî bo bêtir Melekê Tawûs li ber çavên misilmanan reş bikin, hinek xisletên wî ji ola êzîdî û zerdeştî birin û ew bi wêneyê şeytanve girêdan. Wan hizra sînordariya desthilata Xwedê ji zerdeştiyê birin. Wek tê zanîn, hînkirnên Zerdeş Xweda dabeşî xêr û şer dike – Ahûra-Mazda (hêza ronahiyê) û Angro-Manyo (hêza tariyê). Ev herdû destpêk hêzên xwe di riya ahûran (milyaketan) û dev (şeytanan) re dan xuyakirin. Li gorî ola zerdeştî, her mirovî de xêr û şer heye. Oldar ên islamî zaniyariyê dijberî hev û egerên cuda yên derbarê şirovekirna danûstendinên navbera Xweda û Melekê Tawûs de ji ola êzidî -”Meshefa Reş” û nivîsar ên din derxistin.

Wek nimûn: ”Milyaket Tawûs li bexçê buhiştê bû, kengî Adam bi fermana Xwedaê Mezin hat afirandin, hemû milyaket ên mezin sere xwe ber vȋ daxstin, lê Melekê Tawûs jiber serbilindiya xwe nexwest fermana Xweda pêkbîne, lewra jî ew ji ezman hat avêtin. Ev serbilindaya han hişt ku ew bikeve û dijminaya bê dawî nêvbera Xweda û Melekê Tawûs de rû bide; Milyaketê Tawûs sere xwe ji Adamre danexist, jiber ku tenê guhdariya Xwedê kir – berî afirandina Adam, Xwedê ferman dabû her 7 milyaket ên Mezin ku tenê perestiya wî bikin. Asêtiya (neguhdariya) Melekê Tawûs tê vegotin ku ew dilsozê Xwedaê ku ew afirandîye, tev wilo jî, Xwedê, jiber neguhdariya wî ew avêt xwarê û şand dojehê; lê bona poşmaniya wî ya dilpak li ber Xwedê û bi hêsrên, ku nav 7 hezar salan de ewȋ dojeh tijekir, Xwedê ew efû kir û dîsa vegerand ezmên û tevlî milyaketên din kir; hinek ji êzîdiyan dibînin ku milyaketê wan yê Xwedayî, jiber neguhdariya Xwedê, tenê bo demekê hat sizakirin. Ew bawer dikin ku dawiya dawî ew wê bê efûkirin û Xwedê wê ji nûve wî vegerîne cihê wî yê bilind di nav milyaketên mezin. Lê heta dema ku Melekê Tawûs hîn ne hatibû efûkirin, ji êzîdiyare qedexeya ku navê wî bilêv bikin. Ev beşê êzîdiyan bendene ku Melekê Tawûs wek rizgarkar vegere; – ola êzdî bi dijwarî qedexedike ku nîfir li şeytan bên kirin, herweha navê wî an hevwateyên din ên vî navî bên bilêv kirin. Êzidî di rastdariya xwe ya bo perestiya şeytan, dibêjin ku mafê kesekî tune têkeve nav têkiliyên Xwedê û milyaketan, ji ber ku ev ne asta wî ye, berevajî, erkê wî ewe ku rûmeta hemiyan weke hev bigre. Persetiya şeytan weha tê şirove kirin ku ew, wekî meyldariya xirab, divê bi her awayî were dilrehet kirin.

Li gorî êzîdiyan, Melekê Tawûs padîşahê tevaya gerdûnêye. Lê misilman û xirîstiyan navê ”Mîrê tevaya cîhanê” li Iblîs dikin. Oldarê misilman ev nekokî û qedexekirna êzîdiyan ji nefreta şeytanre bo xwe bikaranîn û gîhan encamê ku êzidî peyrew û berevanên giyanê xirabin, herweha efsûneya êzîdîya derbarê ku Melekê Tawûs bi Xwedêre gerdûn afirandiye hişt ku felsef ên islamî bi awakî ne rast şirove bikin ku Melekê Tawûs wek giyan ji Xwedê dûre û dijberî wîye. Jiber ku ola islamê dûpatdike ku Xweda herdem qence û nikare xirabiyê ji mirovanre bîne, ev yek yekser Melekê Tawûs dike giyenekî xirab. Bijartên islamî ji sedsala 12-an ve bi her awayî dûpatkirin ku Milyaketê Tawûs şeytane. Divê were zanîn ku rayedar ên Islamî, bi vê nerîna xwe ya ne rast derbarê xwezaya Melek Tawûs, serkeftî gihîştin armancên xwe. Komploya olî ya derewîn a li dijî êzîdiyan zû bi zû hêz girt. Jibo xurtkirna vê derewê, şêx û mela ên islamî çend fitwe derxistin – (biryara mufti an rayadarê islamî yên din bo hemû misilmanan ferze). Encam de êzîdî bi fermi wek perestên şeytan hatin ragihandin û her misilmanê bi ola xwe bawer divabû li her deverê sitemkariyê li wan bike. Mela li mizgeftan di dema xutbê de hewil didan amadebûyan qanih bikin, ku Allah ”nîfir li êzîdiyan kirye”, loma wan jî piştî limêjê ”nîfir” li êzîdiyan dikirin.

Lê Qoranê de li tu derê ne hatiye gotin ku êzidî perestiya şeytan dikin, û Qoranê de diyare ku dema Xwedê xwest tiştekî ji misilmananre ragihîne, wî ev yek di riya pêximber Muhamed dikir. Lê tê zanîn, ku pêximber derbarê nifîrên li êzîdiyan tiştek ne gotiye. Lewra jî, tewanbariya bijarta islamî, bêguman, ji destpêkê ve derewe, a rast ewe, ku mela ên misilman xelk handanî êrîşên birakujî li ser bingeha olî dikirin bo êzîdiyan bi zorê bikin misilman, an jȋ wan tune bikin. Siyaseta dijî êzîdiyan ya baş rêkxistî ku ji hêla rayadarê islamîve bi berfirehî tê piştgirtin, rewşa êzîdiyan bêtir dijwar kir. Misilman ên ku ti carî êzîdî nedîtibûn jî, destpêkirin Melekê Tawûs wek milyaketekî ketî hesibandin, êzîdiyan jî wek perestên şeytên bibînin, ku êzdî hêjayî heqaretê û mirinê ne.

Di cîhana kiristiyana, ramana berevajî ya Melekê Tawûs, bi taybetî, ji sedsala 18-anve belav bû, dema welatên Ewropî, di lêgerîna bo berfirehkirna milk û bazarên bo materyalên xav û firotana pola de, bi awakî çalak destbi têkilyên bi Rojhilata Navînre kirin. Di bin bandora islamî ya propaganda dijî êzîdiyan, kiristiyan ên nezan jî destpêkirin Melekê Tawûs wek şeytan binavkirin. Jiber vê yekê, kiristiyanê ku berê perestiya teyrê Tawûs dikirin, hêdê hêdê nerîna xwe li ser guhertin. Heger berê teyrê Tawûs cihê şahî û pesin bû, gotinek belavbû ku teyrê Tawûs – “wek milyaket bedewe, lê qêrîna wî wek a şeytêne”. Nerîna şaş ya li ser Melekê Tawûs, ku ji aliyê cîhana îslamî ya derewînve hat afirandin, karîbû gelek gelan dijberî êzîdiyan bike. Baweriya bi Tawûs her û her wetaya xwe ya pêşîn windakir û li dewsa wê ramana derbarê milyaketê Tawûs wek nîşana giyanê xirab peydabû. Bi hewildanên rêber û oldar ên misilman têkeliyek tirsnak ya du nîgarên dijberî hev pêkhat: milyaketê ketî ku di olên Brahîmî û hişên bawermendê kiristiyan û misilman de heye û Melekê Tawûsê Pîroz ê êzdî, qaşo, Xwedê nifret lê kiriye û bûye şeytan. Bi vî awayî, oldarê Islamî hêzdarek nû û jiderveyî vîna Xwedê – wêneyekî serbixwe yê Xwedê-ilblîs – afirandin.Tev derwa eşkere jî, vê tawanbarkirinê pergala rastîn a baweriyên olî yên êzîdiyan bi Melek Tawûs di çavê bawermendê olên din, bi taybetî, nav Misilmanan de têkbir û hişt ku Sermilyaket Tawûs wek nîşana xirabiyê û êzîdî wek perestên şeytan bên dîtin. Di encamê propaganda derwîn ya dijî êzîdiyan, êzdî di sed salên dawîn de herdem û bi dijwarî rastî sitemkariyê hatin.

A rast ewe, ku êzdî rêzê Melekê Tawûs digrin, ji ber ku wî Xwedanakî rastîn dibînin, û ev Xwedan bi ti awayî, bi milyaketê ketîve ne girêdaye.

– Yekem, li gorî ola êzîdî Xweda her tiştî kare bike û ti hêz li dinyayê tune ku karibe li himber wî raweste. Xweda afrîner û fermandarê ne tenê her tiştîye, lê wusa jî yê Melekê Tawûse. Xweda cihana giyanî nimaind dike – Melekê Tawûs cîhana madî nimaind dike. Êzdî bi egera rûbirûbûna giyanî û madî bawer nakin. Baweriya êzîdî de her tişt li cîhana me û Melekê Tawûs jî di nav de bin vîna Xwedê de ye û li cîhanê hêzek ku ji wî mezintir û bihêztir hebe nȋne.

– Duyem, li nivîsên pîroz yên êzîdiyan de derbarê hêza xirab ya gerdûnî, nexasim, derbarê ku Melekê Tawûs giyanekî xirabe an milyaketekî ketîye, tu derê nayê gotin. Berevajî wê, ramana qedexekirna wî ji buhiştê tê redkirin: «…ez hebûm, heme û dawî ji min re tune. …Ez yek ji 7 Xwedwendan me ku ji niha ve wê 10 hezar salan serweriya cîhanê bikin». Di êzdeîzma rast de, Melekê Tawûs ti carî ne ‘ketiye’, ew destpêkê, wek hemû mexlûqatan, milyaket jî di nav wan de, di hilbjartina navbera başî û xirabiyê de azad bû û bin vîna Xwedê de bû. Hînkirnên ola êzîdî ramana derbarê perestiya hêzên tarî jî red dike. Di dema nimêjê, mirovê êzdî divê tenê perestiya kaniya ronahiyê -Rokê bike. Ola êzîdî ji kokve xirabiya ji aliyên Xweda û milyaketê wî ve inkar dike. Ol dûpatdike ku hemû hest, qencî û xirabî jî tê de, ji mirov bixwe derdikeve û encamê vîna wî a exlaqî a azade. Mirov destpêkê bi ser têgêhînek gelemperî ya qenciyê û dadperweriyê vedibe, lê bi demêre her kes dibe xwediyê exlaqê xwe yê taybet. Lewra jî, her kes bixwe divê ji kirinên (karê) xwe berpirsiyar be û behana an kesên negere. V.G. Belinsky, nivîskarê rûssî yê sedsala 19-an li ser vê pirsê pir xweş got: ”Xweza miroz diafirîne, lê civak wî ava dike û perwerde dike ”.

– Sêyem, zimanê kurdî de gotina giyanê xirab (şeytan, iblîs an jî gotinê berdêl) qet tune û gotina şeytan bi koka xwe erebîye.

– Çarem, tev ku êzdî perestiya ”şeytan” nakin jî, ji oldarê êzîdîre qedexeye ku navê wî bêjin an jî axaftina xwe de bi bîr bînin. Derbarê vê yekê ”Meshefa Reş” de tê gotin: ”destûr ji ti kesî re tune ku navê wî an yên berdêl mîna şeytan, qaytan bêje, wisa jî em gotina : mel”ûn an la”net, an ne”l an gotinên nêzîkî wan bêjin”. Giyaniya êzîdî vê qedexekirnê weha şirovedikin:”heger hûn qala Xwedê û xulamên wî yên geş dikin, wê hingê ev ponijînî ênêrjiya erênî radike”. Lê gava hûn qala giyanekî xirab bikin, ew ê bi enerjiya xwe ya neyînî li cem we be. Pêwîst nake bi xerabî qala wî bê kirin, çimkî ev yek dikare bibe bertekek nêgatîv, nexasim, zaniyariyên rast derbarê wî li ba te tune ne. Jiber vê yekê pêwîste mirov dûrî cihê ku derbarê şeytan lê tê axaftin bikeve. Ji bilî wê, jiber ku misilman şeytan û Melekê Taûs dikin yek, bo xatirê pevçûn dernekeve, baştire hûn bi wanre nekevin gengêşiyê”. Ji ber vê yekê, dema êzdî derheqê şeytan de sohbetan nakin, û ji cihê ku wî qerf dikin derdikevin, ev nayê wetayê ku ew perestiya wî dikin, û bi tu awayî nikare bibe bingeha ku wan hesabkin di nav heyranên wî de.

Rastî ewe, ku rayadar ên misilman heya niha sitemkariyê li êzîdiyan dikin tenê jiber ku ew naxwazin bibin misilman û dixwazin ola xwe ya resen biparêzin. Mirovahya cîhanê, ku baş ola êzîdî nizane, di rola Melekê Tawûs û peymana Xwedê ya derbarê kirna wî serwerê gerdûnê de pir şaşe. Mirov bihêsanî dikare têbighêje ku êzdî çawa Xwedê nasdikin- Xwedayekî her tiştî heye ku her tiştî diafirîne û hemû tiştê li cîhanê bin vîna wî de ne. Diyare ku oldarê misilman tenê ew aliyê ku li gorî kêfa rayedarên wane, ji metnên hînkirnên êzîdî derxistine û êzîdiyan pûtperest, kafir û hêj xirabtir perestên şeytan radighînin da ku hemû gelȇn misilmanan li dijî wan derxînin û bi alîkariya wan, êzîdîya bin desthilatdariya xwe xînin.Wan taybetmendiyên Milyaketê Tawûs bi kortekortî berevajî kirin û ew bi têgîna xwe ya olî ya xirabiyêve girêdan – qaşo hêzên hene ne di bin vîna Xwedê dene, ku misilman û xirîstiyan di gelek sedsalan, van hêzan bi şeytanve girêdidin. Ji bilî wê, hinek ji oldarê êzîdî yên nexwendî ji aliyekî ve û hinek ji mirîdên êzîdiyan yên nejêhatî pirsên olê de, ji aliyekî dinve, ku jiber daxuyanên xwe yên beradayî û nezaniya bingeha ola êzîdî, hiştin ku miletên derdor ji êzîdiyan biqeherin û dijminatiya wan bikin.

Pêwîste bê gotin ku îro, dema nivîsên zanyarên Mesîhî û hin lêkolînerên Misilman, rojnamevan û rêwîan, edebiyata cîhanê de belav bûn û têkiliyên mirovên ji olên cuda bi êzîdiyre pir bûne, nerîna raya serdest ya derbarê êzîdiyan de red dikin û ola wanre bi aliyê başyêve çûne. Bêgûman, naskirna mirovên bawercuda ji ola êzîdîre, dogma û rêûresmên wê re, dikare mijarên tarî yên derbarê êzîdiyan rast û ronî bike, û zelal bike ku ti têkilyên xirab, yên ku di ol û hişmendiya misilmanan û hin xiristiyanan de heye, bi Melekê Tawûs ve nȋne. Lewra jî, ti bingeh tune ku êzdî bi perestina şeytan bên gunehbarkirin. Wekî din, bi rastiya objektîv ti kes ji me bi pêbawerî nikare bêje ku ew bi tam cîhan û derdora me zane.

Talîsman

Ji dîrokê em dizanin ku mirovên kevn tiştên ku hêviyên parastin, bextewarî, bext û yên wekî din bi wanve girêdidan bikartanîn. Ya ku pirê caran hêviya wan bicîtanî ji wanre Talîsman an jî nivişt dihat gotin. Li gorî nerîna gelek zanyaran, baweriya bi Talismanan bi xuyabûna mirov û tirsa wî ji hêzên xwezayêre destpêkirye. Talîsmanê bi wêneyê Tawûs nivişta bêtir gelemperî ye ku ji kevnve çanda gelek miletan de hebû.

Di pergala rê û resmên ola êzîdî, yek ji wan nivîştên sereke- nîgarê Melekê Tawûse. Li ba êzîdiyan, ji demên kevnve heya niha, nivişta Tawûs xwedî hêzek taybetîye. Wêneyên bi rengê Tawûs û kêmtir bi rengê dîk di ola êzîdî de pir sêmbolîkin, çimkî ew bi milyaketê-parêzvan Melekê Tawûs ve girêdaîne. Hêza efsûne ya vê niviştê dûvê Tawûs de ye. Xemilandin, nîgar û wêneyê Tawûs nîşanên giyanîne û ji nivîştên herî bihêzin, herweha, rolek girîng di rê û resman de dilîzin. Li gorî dabûnêrîtên êzîdiyan, her hilberek bi nîgar an xemlên Tawûs, herweha perikên wî, dibe ku wek nivîşt bê bikar anîn. Balkêşe ku heft rengên bingehîn yên peryên Tawûs hene, lewra jî ew bi milyaketên mezinre têkildare. Tê hesêb ku nivişta Tawûs serete erkekî berevanî dike, xwediyê xwe ji zirar, çavên xirab, nexweşiyê û pirsgirêkên din diparêze, peyamên neyênî yên dijî mirov ji hole radike û jidêlva wan mertalê ênêrjiya erênî li dora wî diafirîne, rûmetê çalak dike, bext û bexteweriyê tîne, dewlemendî, geşepêdan û evînê bi aliyê mirov ve dikşîne. Niviştên ku li ser laş tên lixwekirin, jibo wergirtina dewlemendiya maddî ya kesayetî, serkeftin, navdarî, rûmet û evîniyê tên bikaranîn. Di ola êzîdî wêneyekî sêmbolîkî din jȋ heye: du Tawûs, ku li du aliyên dara jiyanê lihimber hev rawestiyane. Ew sêmbolê bextewrî û evîniyê ne. Ev nivişt (talisman) alîkariyê dike ku mirov ji xwere hevserînekê bibîne, malekê avabike û jiyanek bê nekokî, bextewer bije. Herweha, dihêle ku mirov karê xwe de serkeftî be. Jiber vê yekê, êzdî baştir dibînin ku berhem û tabloyên ji peryên Tawûs li mal hebin û xemil û xêzên xwe bi wêneyên wî bixemilînin, çimkî dibînin ku bi vî awayî xwe ji bextreşiyê diparêzin.

Di heman demê, di hînkirnên êzîdiyan de tê gotin ku nabe Tawûs an jî beşek ji laşê wî li malê bê parastin, hêj bêtir bicarekî nabe ku goştê wî bê xwarin. Ev taybetmendiyên han enerjiya neyînî diafirînin, bandorek xirab li tenduristiyê dikin, û ronahiya xanî têkdibe.Wek oldarê êzîdî dibêjin, ne giringe ku nivişt ji zêr, zîv, cam an wekî din be, ango berhemê ku nivişt jê hatiye dirustkirin tenê rewşa madî ya xwediyê xwe diyar dike. Herweha, oldar dibêjin, ku talîsmane Tawûs ji kêlêîka xwedîkirnê ve bandora wî heye, lê bi her hal, baştire ku ev hilber an xemilandin ji perestgehek êzîdî re bê veguhestin û ji xwediyê xwe bi xwere bê pîrozkirin.

Hêza Talîsman bi cihê wî yê rast ve girêdaye. Ta ku Tawûs bi rola talîsman rabe, pêwîste hinek rêûrêzan bên cîbecîkirin. Ne giringe ku Talîsman li mal an cihê kar, otomobîl an jî li ser laşê mirov be, a giring ewe, ku ev nîşana bihêz li deverek paqij û ronahî be, herdem temiz û balkêş be û herdem bê parastin. Baştirîn cih bo Talîsman – aliyê başûrê, ber bi rojê. Herweha, agirê nêzîkî cihê ku lê jî (kevir an find) dikare karîgeriya wî bihêztir bike, lê, wek berê jî hatiye gotin, cihê ku lê be divê paqij û ronî be. Jibo evîn û hevbeşiya bazirganî tê pêşniyazkirin, ku wêneyên du Tawûsan lihimber hev bên danîn, ango cot bê afirandin. Ev yek wê alîkariyê bike ku têkilyên malbatê bihêz dike, herweha, xweşiya danûstendinan û serkeftina kar bêtir dike. Oldar ên êzîdî dûpatdikin ku nivişta Tawûs pêwîste tenê bi ramanên baş bê lixwekirin û parastin. Her gav pêwîste bê bibîranîn, ku tenê mirovê baweriyê bi Xwedê tîne wê herdem bin parastina Melekê Tawûs de be. Mirov divê herdem spasdarê Melekê Tawûs be. Melekê Tawûs di rewşên dijwar de mirov diparêze û rêya rast pêşanî wî dide.Tawûs baş nirxê pesn û delaliyê zane. Lewra jî pêwîste mirov birêkûpêkî li nivişta Tawûs miqatebe. Xwediyê niviştê divê car caran pêre biaxive, spasî û pêzanînê xwe jêre bîne ziman û rûmeta bedewya wî bigre. Herweha, carnan pêwîste wê rahijê û destê xwe ser wî re bibe. Ango mirov bi her awayî divê lê miqatebe da ku razîbûna wî bidestxîne. Tenê piştî ku mirov bi awakî rast li nivişta Tawûs miqatebe, ew wê hêviyên xwediyên xwe misoger bike. Heger ne wilo be, wêneyê Tawûs wê tenê bo xemilandinê be.

***

Nivîskar bo şêwra di dema nivîsandina vê gotarê, spasiya xwe dike serokê Navenda Çanda Ȇzdî “Laliș” li Duhokê (Kurdistana Iraqê) Șêx Șamo, lêkolȋndarȇ ola ezȋdȋ Șamo Dinanî ji Duhokê (Kurdistana Iraqê), Pȋr Hesen Isêbîya ji bajarê Ryazanê (Russȋa), Șêx Miraz Broyan ji St. Petersburgê (Rûssȋa).

Riataza

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi