April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Musa Aydin: Gelo merif bi peyveke jî dikarin xwe binasin ?

Gelo merif bi peyveke jî dikarin xwe binasin ?
Pia, (însan)
Piya di zimanê Sumeran, Hûriyan, Lûvîyan, Hititan û Kurdî de însan e. Piya peyveke herî kevnar e. Emrê peyva însan jî 1400 sal e. Di Kurdî de bi gelek awayan « ê » jî bi kar tê wuku pêya. Ev peyva piya hîna jî di Kurdî de nahatiye bîrvekirin lê ji wateya xwe nêziktir bûye wekî merifek, pêyayek.
Mînak : piya hatin, piyakî wayê li wira, tu piya yî, piyakî baş e, piya ye. Lê vana weku merifek têne bikaranîn. Di wateya xwe de “piya” wateya însan e. piya = însan, piyayî = însanî ye. Loma ger kurdek piya fêm bike, perwerdehiya Anthropologie yê bi peyva piya digre. Ji ber ku piya bixwe wate daye xwe lê peyva “însan” dûra hatiye dayîn, wateyê nade xwe û însan wateyê didinê.
Mînak : piya ye, piy e, piyar e, piyarî dike, piyase dike, piz e, pizan e, pizdibe, dipizirîne, bi pizî ye, piçek e, dipiçikîne, piçûk e, bi pidî ye, pifdike, pifdide, pifepif dike, pihîn davêje, dipijîne, dipijiqe, dipijke, pil e, pilepil dike, pilewilî dike, bi pilik e, piling e, pilox e, pilt e, pincar dixwe, dipicire, dipincirîne, pinde dike û pinde dibe, dipingîne, pintî ye, pir e, piralî ye, piranî ne, pir, dibin, bi pirç in, pirepir dike, pireng e, pirgot e, pirhêl e, pir dike, pirnav e, pirole ye, pirqîn dike, pirs dike, dipirse, pispor e, pisîk e, piş e, dipispisîne, dipişifîne, dipişke … Piya difikire û xewn dibine.
Gelo vana kî dike ? însan piya ye, yanê “însan însan” e. Gelo em piya ji kurdî derxînin peyva “însan” çi dikare bike ? sirf însan e û însan dike û ew e. Lê bi xwe tiştek ava nekiriye. Peyvek bi serê xwe di şûna piya de hatiye danîn. Hey piya hûn bi pî û pê bûn piya, yan bûn însan ?
24.11.2020 Musa Aydin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi