April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî soz da jinên Kurdên Êzidî: Ya ku pêwîst be em dê bikin

Serok Barzanî soz da jinên Kurdên Êzidî: Ya ku pêwîst be em dê bikin

Hewlêr (Rûdaw) Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li hejmarek keç û jinên rizgarbûyî yên ji destê terorîstên DAIŞ kir û ragihand: “Hûn sembola şerefa gelê me û ezîzên e ne.”

Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kiriye, îro Duşemî 24ê Hezîrana 2019an, serok Mesûd Barzanî li gel hejmarek ji keç û jinên rizgarbûyî yên ji destê terorîstên DAIŞê civiyaye.

Di vê civînê de ku her yek ji Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê, Birêveberê Karûbarê Kurdên Êzidî li Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Herêma Kurdistanê, Berpirsê Ofîsa Revandiyên Kurdên Êzidî ya li parêzgeha Duhokê û Parlementera Êzidî ya li Parlamentoya Kurdistanê Hediye Murad amade bûn, bi kurtî li ser hewlên ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî ji destê terorîstên DAIŞê û rewşa niha ya jiyana wan kesan û hewlên ji bo vegerandina wan bo nav jiyaneke asayî, gotûbêj hat kirin.

Li gor wan amarên ku di civînê de hatin pêşkêşkirin, ji 6,417 kesên ku ji destpêka êrîşa terorîstan a li ser devera Şingalê ketibûn destê DAIŞê, 3,476 kes ji wan hatine rizgarkirin û heta niha jî 2,941 kes bêserûşûn û wenda ne.

Herwiha behsa wê yekê jî hate kirin, ku piştî damezrandina ofîseke taybetî ji bo lidûvçûn û azadkirina Êzidiyên destê DAIŞê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ji 3,548 keç û jinên Êzidî ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn revandin, heta niha karîne 1,184 kesê ji wan bêne rizgarkirin û hewlên ji bo peydakirin û vegerandina ewên din jî berdewam in.

Di civînê de herwiha behsa tevahiya wan astengan jî hate kirin ku têne li ser rêya wan.

Her di vê hevdîtinê de hinek ji keç û jinên rizgarkiriyên destê DAIŞê behsa wan êş û derdên xwe yên dema êxsîrbûna xwe di destê DAIŞê de kirin, ku weke dîl û kole kirîn û firotin bi wan hatiye kirin û di aliyê derûnî û cesteyî de hatine êşandin.

Serok Barzanî jî di vê hevdîtinê de ragihand: “Ya ku hate serê xûşk û birayên me yên Êzidî, berdewambûna wan karesatan bû ku berê jî bi ser gelê me de hatine, ji Enfal û bi saxî çalkirina 182 hezar jin û zilam û zarok û pîr û xortên gelê me û kîmyabarana Helebce û navçeyên din ê Kurdistanê û bêser ûşûnkirina 12 hezar xortên Feylî û 8 hezar Barzanî û bi dehan hewlên din ên ji bo jinavbirina gelê me, ew karesata ku hate serê we jî, tevahiya birînên berê yê laş û cendekê gelê me bi jan anî.”

Serok Barzanî herwiha da xuyakirin: “Gelek baş ji êş û azarên we têdigihim û careke din jî tekez dikim, hûn sembola şerefa gelê me ne û ezîzên me ne. Terorîstan bi wê reftara nemerdane ya li hember we hem dirindeyiya xwe nîşan dan û hem jî mezlumiyeta we selimandin. Lê belê bi kêfxweşî ve bi hewl û cangoriya pêşmergeyên qehreman, gelek bi merdane tola we hate hildan û terorîst têk çûn û ketin bin piyên we.”

Serok Barzanî tekez jî kir ku bi rêya Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew dê hewl bidin, her tiştê ku pêwîst be ji keç û jinên Kurdên Êzidî yên rizgarkirî re bê kirin, daku jiyaneke asayî bijîn.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ragihand: Rewşa niha ya Şingalê nabê wiha bimînê û pêwîste îdareya Şingalê li destê xelkê Şingalê da bê û koçber bikarin vegerin cihên xwe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi