July 19, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê‌ laliş:26salên xebatê‌ û rêyeka domdrêj li pêşya meye 

Bingehê‌ laliş:26salên xebatê‌ û rêyeka domdrêj li pêşya meye 

Girtyên êzdî û danpêdana nêv dewletî bi cênosayd û siza dana tîrorstan grngtrîn armancên meye

Dixwazn herêkî bazrganyê‌ b taybetmendya êzdyan bikt hizr li paşerojê‌ bikt

Dîtna çareyekê‌ bo şingal divêt bi razemendya giştî ya êzdîyan bit

 Divêt lez li danana mîrekî nû bo êzdyan bête kirin

Bîrewerya 26ê‌ ya damezrandina bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî derbaz dibt,ev bingeh ku bûye êk ji mezntrîn dezgehên civakê‌ svîl bi rêya tayî û nvîsîngeh û nûneratyan bi bizavên hemecor li pranya astên rewşenbîrî û syasî û cvakî û dîtr.

Em piştevanya bê‌ sinûr jibal serok Mesod Barzanî bo bingehê‌ me ji roja damezrandinê‌ û heta îro roj bilnd dinrxînîn, dîsan supasya cenabê‌ Nêçîrvan Barzanî serokê‌ hikumeta herêmê‌ dikeyn bo piştevanya berdewama pêşkêşî bingehî dikt, dûpat dikeyn ku bingehê‌ laliş wê her bimîne eu kanya zelal ya di hurte di rûbarê‌ rewşenbîrya kurdî da, û serbarî bûyerên dijwar û alozî û astengan bi taybet li van pênc salên borî da, belê‌ bingehê‌ laliş bi stafê‌ xove ala helgrê‌‌ êzdyatyê di çarçovê kurdayetyê‌ da, di heman dem da dezgayekî bihêz bû bi alavên xo yên cuda cuda bi rêya toreka peywendyên berfreh ligel rêkxrawên navxoyî û herêmî û nêv dewletî û bi alavên xo yên ragehandinê‌ yên hemecor, û dengê‌ xo bilndkir pêxemet qurtalkrna xelkê‌ me li nexoşya têda û harîkarîkrna awaran û karkrn bi hemû pêkolan bo rizgarkirna girtyên êzdî j destên hovên rêkxrawa da’ş ya tîrorstî.

Bingehê‌ laliş dûpat dikt ku doseya grtî û bê‌ ser wşûnên êzdî piştî dest bserdagrtna da’şê‌ bo şingala wêrankrî, dê‌ mînt ji grngtrîn armancên me,û bê‌ deng namînn û ya dişyanên me da bit l tevaya astên navxoyî û nêv dewletî emê bxebtn bo rizgarkirna her êkî may, herwesa karê‌ me berdewame bo naskrna karesata biserê‌ xelkê‌ me da hatî ku tawana cînosaydê‌ û komkujya bikome bi hemû pîveran, divêt pêkolên zêdetir bkeyn bo bi destveînana danpêdana nêv dewletî jibo hndê‌ mafê‌ kesukarên qurbanyan bi destvebên û tîrorstên mayn bêne sizadan.

Em dibînn liser hemû êzdyan erke kar bo parastina taybetmendya êzdyan diçarçovê‌ kurdistanî da bikin, jiberku kurdistan welatê‌ êkê‌ û dawyê‌ yê‌ êzdyaye, û hemû liser heluystê‌ mrovayetî jibal serkrdayetî û gelê‌ kurdstanê‌ agehdarn li demê‌ rojên awarebûna xelkê‌ me bo gund û bajêrên herêmê‌,ku btrî 300hezar awarê êzdî hêş li kempên herêmê‌ djîn û pêtvî pştevanya berdewama navxoyî û nêv dewletî ne, em dûpat dikeyne ve ku parastina taybetmendya êzdya erkê‌ her êzdyekî ye û dvêt her êkî bazrganyê‌ bvê‌ taybetmendyê‌ dikt ji dûr û nêzîk ve hizr li paşerojê‌ da bikt, ji berku berjewendên êzdyan liser berjewendên kesokî ne.

Bêşk ku kêşa şingal, ku kêşeyeka êzdyan û kurdstanê‌ û êraqê‌ bitinê‌ nîne belku bimxabnî ve bûye kêşeyeka nêv dewletî ku hndek ecndeyên nêv dewletî liser erdê‌ şingalê‌ hene û her êk jbo bdestveanîna berjewendyên xwe li deverê kar dike‌, em her rêke çareyekê‌ bo doza şingalê‌ bê‌ razemendya êzdyan ji xelkê‌ şingalê‌ ret di keyn çnku eu berjewendî û paşeroja xwe baştir dizann çawe gava xwe bavêjn hmberî hemî astengan û çawan bser blndî û serferazî vegerne deverên xo ve û b aramî û tenahî bjîn. Dûpat dkeyn ku wexerkirna xudê‌ jê‌ razî mîr Tehsîn Seîd beg wek rûdanekê‌ bû civakê‌ êzdî hejand û serbarî hndê‌ dxwazin lez li helbjartna mîrekî nû bête kirin , jberku gîrobûna danana mîrî ne dberjewenda êkî daye l astê‌ êzdyan b kêmatî.

Divêt amajê‌ bideyne pêkolên hemû texên rewşenbîrî û cvakî yên êzdyan yên kar û pştevanya bingehê‌ laliş kirîn her ji damezrandnê‌ were û harîkar bûyn li bizav û çalakyan û xurtkirna binemayên bingeh liser hatî avakirn, herwesa amajê‌ di deyne her êkî pştevan buy û pştevanya bingehê‌ me dikt ku êk ji destkeftên bizava rzgarîxwaza kurdstanê‌ bûye, dibêjn 26salên xebatê‌ prî destkeft borandn, belê‌ rêya karwanê vê xebatê dûr û drêje wem helgrên vî erkî ne bi hîmeta staf û genc û pştevanya xelk û heval û hejêkerên bingehê‌ laliş.

Azadî bo grtyên êzdî û silav bo cangoryan

Silav bo gyanê‌ pêşmergeyên qareman

Desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî/Duhok

10/5/2019

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.