March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî: Bi hemû şiyana xwe piştgîrîya daxwazên xuşk û birayên êzdî dikim

Serok Barzanî: Bi hemû şiyana xwe piştgîrîya daxwazên xuşk û birayên êzdî dikim

BasNews Serok Mesûd Barzanî peyameka pîrzbahîyê arasteyî tevahiya êzdîyên Kurdistanê û cîhanê kir, bi hilkefta hatina cejina Çarşembî Sor peyamek belav kir.

Îro sêşemê 16. 04. 2019an Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe da aşkere kiriye ew germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên xwe yên êzdî dike û hêviya bexteweriyê ji w ara dixwaze.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna serê sala ola êzdî, Çarşema Sor, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xuşk û birayên êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kameraniyê bo we dixwazim.

Li salên derbasbûyî de xuşk û birayên êzdî bi sedema zulm û tawênên terorîstan û nehezan êş û janeke zêde kişandin ku li dîrokê de wêneyê wê nebûye. Li vir da ewe dûpat dikim ku bi hemû şiyanek ve piştgîriya daxwaziyên xuşk û birayên êzdî dikim û pêwîste jî hemû aliyek hevkar bê ji bo wê yekê ku bikarin ew bi xwe biryara çarenûs û paşaroja xwe bidin û birînên xwe bikevînin û dawî li koçberî û êşên wan bê.

Li vê helkeftê de xuşk û birayên êzdî û hemû pêkhatên din ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê pêkvejiyane û divê ew çanda dewlemend û birayetî û tebayî bê berfirehtir kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi