March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Silêmaniyê perestgeheke 6 hezar salî hat dîtin

Li Silêmaniyê perestgeheke 6 hezar salî hat dîtin

Çavkanî :Rudaw

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê perestgeheke 6 hezar salî hat dîtin.

Li bajarokê Şoreş ê bi ser navçeya Çemçemalê ve perestgeheke 6 hezar salî a ji serdema Sûmeriyan mayî derket holê.

Heta niha li ti cihan perestgehekê weke wê nehatiye dîtin.

Komeke arkeologên fransî di bin bane Arkeolojî û Dîroka Silêmaniyê de li derdora Kelha Logirdan a Çemçemalê dest bi lêkolînan kiribû.

Di encama lêkolînên û kolandina koma fransî de perestgeha dîrokî hat dîtin.

Pispor dibêjin li Rojhilata Navîn perestgehekê weke wê heta niha nehatiye dîtin û tê pêşbînîkirin ku ew perestgeh beriya 6 hezar sal di serdema Sûmeriyan de hatiye çêkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi