Masud Barzanî: Yan bindestî yan serxwebûn!
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Hemwelatiyên xweştiviyên Kurdistanê
Gelê Kurdistanê li şerê terorîstên Da’îş bacekî mezinê mirovî û aborî da. Pêşmerge bi qurbanîdana xwe efsaneya Da’îşê şikand û hêza serekiya rûbirûbûna terore li navçeyê da. Her çende li konferansa welatên Hevpeymaniya Dijî Da’îş li Washington Wezîrê Derveyê Iraqê rêgiriyê li wê yekê kir ku şanda Herêma Kurdistanê beşdarî konferansê bibê ku aliyê serekiyê şerê dijî Da’îşe. Bi mixabinî aliyên mîhvandariya konferansê jî daxwaza Wezîr bi cîh kirin. Ev mînak û gelek mînakên din derdixe ku maf û qurbanîdana gelê Kurdistanê dikarê gelek bi hêsanî bê piştguh xistin û muameleyên ne bi cîh li gel da bê kirin û bi biryar û mîzaca xelkekî din ve bê girêdan. Eve bi hîç awayekî nayê qebul kirin û li gel rol û pêgeh û qurbanîdana gelê me naguncê û ji bo çareserkirina giriftên bi vî awayî pêwîstiya me bi serweriyê heye û divê em xwediyê biryara xwe bîn.
Piştî wan hemû êş û qurbanîdanê, niha li ber dû rêyan dayîn, yan vê rastiyê qebul bikîn ku xelkekî din her dema xwestin kêşeyê ji bo me dirust bike û biryarê li çarenûsa me bide û bi pêvekî û paşkoyî bimînîn, yan bi pêkve biryarekî hevbeş bidîn û berev serwerî û serbixweyî yê hengavan bavêjîn. Pişt bi xweda û îradeya gelê Kurdistanê li paşarojeke nêzîk derdikevê ku kî pêvek û paşkoyî dixwaze û kî serweriyê hildibjêrê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî