March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê Laliş: komkujya Êzidîyan rastye û piştgêrya bi hezaran belgeyan

Bingehê Laliş: komkujya Êzidîyan rastye û piştgêrya bi hezaran belgeyan

Çinar Şemo \LMN

Bi singekî berfireh dîvçona hewlên netewên yekgirtî ewên têne kirin derbarey wê karesata hovane ya bi serê ezidîyan hatî li ser destê tîrorstên da’ş li tebaxa 2014 û nasandina wê bi tawana komkujyê (cînosaîd) , di encamda biryarên nîv dewletî yên girng di berjewendya xelkê me da û rakirna hindek ji wê zordarya bi serê wan hatî , herwesa ev peşveçonên henê Nameke ron û watadare jibo wan kesên dest hey li kiryarên kuştin û girtin û serjê kirin û talan kirin û kirîn û firotina keçên me ku yasa û dadwerî de gehte wê, xwe eger heya kengî ma be .

Em dizanin hemu mirov dost û sazeyan û komelên xêrxwazî û mirovatyî yên navxoyî û nîv dewletî û nîv neteweyî ewa bi serê xelkê me hatî bi giştî û li Şingalê bi taybetî tawana komkujyî bi hemu peyv û tawanên xove , herwesa tîrorstên da’ş di vyan Êzidîya ji reh û rîşalve ji nav bibin , û dagîr kirina deverên wan zêdebarî tawanên bazrganî kirinê bi keçên me , û pêkola sepandina aînê Îslamê li ser bi hezaran ji girtî û girtyên Êzidya bi şêwekî zor pêçewaneyî hemî rêsa û peymannamên mirovatî û nîv dewletî , herwisa bi hezaran belgename û dîdevanên tomar kirî hene bi alavên cuda cuda ji alyê rizgar buyî û rizgar buyan ji destê da’şên tîrorst û ji dîdevanên bi çav dîtî , belku danpêdanên ji alyê endamên rekxistya tûndrew dupat di kit ewa çêbuyî tawana cînosaîde.

Bêgoman gehandin bo vê qonaxa giring ji alyê Êzidyanve , ne ji valatyekê hatye, belku ew berhemê hewlên serokatî û hikumeta herema Kurdistanê ye û li peşyê rêzdar serokê heremê Mesud Barzanî û rêzdar serokê hikumetê rezdar Nêçîrvan Barzanî , ewên ku berdewam êş û azarên Êzidyan gengeşe di kirin û di kirne destpêka babetên çavpêkeftinên xo di gel hemu kesatyên nîv neteweyî û diblomasî ewên di hatine kirin li navxoya heremê û taku ji derveyî heremê .

Zêdebaryî palpiştya bê sinur ji alyê hikumeta heremê bo komênta bilind ya nasandina cînosaîda kurdên Êzidî ewa ku texsîrî ne kirî di karê xo da ji bo komkirina jimareka mezin ji dîdevanî û danpêdana û daneyên wan gehştine berdestê pitrya komîteyên girêdayî vî karî li netewên yekgirtî .

Bo zanîn bingehê laliş 500 video yên dirêjya 60 demjimêra û têde bi dehan dîdar û cîrokên hatin belge kirin li rex azarên jimareka rizgarbuyên Êzidya ji destê rekxirawa Da’ş ya tîrorstî dane komiteya li ser dyar .

Her wisa amaje dene wê çendê ku netewên yekgirtî ne rawestyaye li ser wê çendê bitinê ku ewa hatî serê me cînosaîde, belku yek ji vekolerên ser bi wê ve dyar kirye ku hindek gotin hene li ser dest nîşan kirina navên tawanbara ji rekxstiya Da’ş ya tîrorstî ewen ku dest hey li qir kirina ezidyan da di charchove gihorina pezanina di gel hindek dewleten peve giredayi, u em bi hivi ne ev pekolinen hene ser bigrin u nehene rawestandin jibo pêşkeş kirina wan kesên tîrorst bo yasayê daku bigehne sizayê xo yê dadwerî.

Desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî\ Dihok

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi