February 03, 2023

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

WÊNE – Koçber li ser sînorê Belarûs-Polandê

WÊNE – Koçber li ser sînorê Belarûs-Polandê

Bi hezaran koçber ji Belarûsê çûne ser sînorê Polandê û dixwazin bi rêya wî welatî, derbasî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin, taybetî jî Almanyayê.

Poland û YE, serokomarê Belarûsê bi wê yekê tometbar dikin ku “koçberan han dide û wek karteke fişarê bikar tîne” û ew dibêjin, dê cezayên nû bi ser Belarûsê de bisepînin.

Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko jî dibêje, ew dê bersiva her cezayekê bidin ku ji aliyê Ewropa ve bi ser wan de bê sepandin.

Piraniya wan koçberên ku li ser sînorê Belarûs û û Polandê asê mane, Kurd in.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, “Derdora 16-17 hezar kes in û ji wê hejmarê jî 8 hezar kes xelkê Herêma Kurdistanê ne.”

Li ser sedema koçkirina xelkê jî Cotyar Adil got, “Beşek ji wan koçberan xelkê herêmên maddeya 140 in û ji ber nebûna ewlekariyê derketine, beşek ji herêma Şêladizê ne ku ew jî ji ber bombebaran û şerê Tirkiye û PKKê û beşek din jî xelkê Helebce, Ranye û Germiyan in ku ew jî ji ber nebûna derfetên kar derketine.”

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi