February 22, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Trump: Me li Iraq û Sûriyê DAIŞ jinavbir

Trump: Me li Iraq û Sûriyê DAIŞ jinavbir

BasNews – Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî di kongrêsê de axaftina salane ya bi navê State of the Union pêşkêş kir.

Di gotara wî de xanima yekem a Amerîka Melania Trump, dadwerên dadgeha bilind, wezîrên hikûmeta Amerîka, seroka encûmena niwêneran Nancy Pelosi, cîgirê serok Mike Pence ku serokê sînatoyê ye jî, sînator û niwêner û jimareke berbiçav a siyasetmedar û berpirsên Amerîkî amade bûn.

Trump di destpêka gotara xwe de bixêrhatina amadeyan kir û got: “Sê salan berê, me vegera mezin a Amerîka dest pê kir. Îşev, ez li pêş we radiwestim da ku encamên mezin parve bikim…tenê di sê salên kurt de, me mîntalîteya paşveçûna Amerîka ji hev xist û me kêmkirina çarenûsa Amerîka red kir. Em bi awakî pêşve diçine ku hema berî demeke kurt ne di xeyalan de bû, û emê qet başve neçin.”

Trump got rewşa Yekîtiya Amerîka ji her demekê berê bihêztir e û ragehand:  “Nerîna ku ez îşev pêşkêş dikim, diyar dike çawa emê civaka navnetewî geş û berferh bikin, bi şîweyekî ku her welatiyek karibe tevlî serkeftina Amerîka bibe û her civakek karibe bibe beşek di pêşketina Amerîka ya bê hempa de.”

Serok behsa rewşa kar li Amerîka kir û got bêkarî di dema rêveberiya wî de di astên xwe yên herî nizim de ye, di dîroka Amerîka de.

Trump got: “Di 8 salên rêveberiya berê de, bêhtirî 300.000 kesên di temenê kar de, ji kerta kar hatibûn dûrxistin. Tenê di sê salên rêveberiya min de, 3,5 milyon kes tevlî kerta kar bûn.”

Serok got, Amerîka niha hilberînerê yekem a nift û gaza xweristî ye li cîhanê.

Di mijara ewlekariyê de jî Trump nîşan bi wê yekê da ku rêveberiya wî berevaniyeke bihêz ji bo ewlekariya niştimanî dike, ew berevaniya jiyana Amerîkiyan dike û kar dike ji bo bidawîanîna şerên Amerîka li Rojhilata Navîn û vegerandina hêzên Amerîkî bo malên wan.

Trump ragehand, piştî ku DAIŞê navçeyên berfereh li Iraq û Sûriyê kontrol kiribûn, di dema rêveberiya wî de, niha DAIŞ ji sedî sed têk çûye.

Trump her wiha behsa kuştina generalê Îranî Qasim Sulêmanî kir û got ew berpirs bû di ber kuştina gelek Amerîkiyan de û pêwîst bû ew were jinavbirin.

Ji bilî mijarên jorîn, Trump behsa perwerde, tenduristî avakirina jêrxaneyan, û gelek mijarên din kir û soza çaksaziyên bêhtir da.

Di dawiya gotara xwe de Trump got: “Bapîrên me komara herî bê hempa di dîroka mirovatiyê de ava kir, û em jî wê ji her demekê berê mezintir dikine.”

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.