April 04, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Wanê aşût: 28 cenaze hatin derxistin û hin kes hêj di bin de mane

Li Wanê aşût: 28 cenaze hatin derxistin û hin kes hêj di bin de mane

Waliyê Wanê Mehmet Bîlmez ragihand ku hejmara qurbaniyên aşût bi ser wan de ketiyê tevî hejmara duh gihîşt 26 kesan.

Mehmet Bîlmez diyar kir ku di aşûta duyem de cenazeyê 8 leşker, 3 cerdevan û 12 kesên din hatin derxistin.

Bîlmez çû cihê ku aşût çêbû û li vir diyar kirk u bi ser tîma rizgarkirinê de aşût ketiye.

Bîlmez got ji ekîbê gelek kes di binê şepeyê de man û wiha axiv,: ” Ji 30 zêdetir kes hatin xilaskirin, yên rewşa wan giran e bo nexweşxaneyan hatin veguhestin. Xebatên rizgarkirinê berdewam in.”

Derbarê rewşa birîndaran de jî Bîlmez gotr: “Rewşa 9 welatiyên me giran e.  Agahiyeke zelal tune ka çend kes di binê şepeyê de mane. Em wisa dizanin ku di binê şepeyê de hin kes hene. Hemû gelê Wanê seferber bûye. Hemû tîm bi rêk û pêk dixebitin. Herêm pir bi talûke ye, em dixwazin her kes guh bide hişyariyan.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.