November 16, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

EFRÎN – Hêzên êrîşker ‘Dara Miradê’ şewitandin

EFRÎN – Hêzên êrîşker ‘Dara Miradê’ şewitandin

Rûdaw

Çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, dara miraza li pêş Mezargiha Qere Cirnê şewitandin û berê wê jî sivkatiyê bi Kurdan kirin.

Çekdarên ser bi opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê li derdora dara hêviyan ango dara miradan li pêş mezargiha Qere Cirnê di navbera Meydankî û Metîna de şewitandin sivkatî bi Kurd û nerîtên wan kirin.

Hêviyên hezarên nişteciyên Çiyayê Kurmênc û mêvanên wan jî bi niyeta pak bi çiqilên van daran ve hatibûn girêdan.Lê ev çekdar tinaz û sivkatiyê bi hezkirin û evînadariya xelkê herêma Çiyayê Kurmênc anku Efrînê dikin û bi agirê tundrewiya îdeolojîk û kîna li dijî Kurdan vê darê û hêviyên pêve dişewitînin.

Berî ku agir berdin darê, ev fermandar sivkatiyê bi Kurdan dike û nifir û nefrtê li wan dike ku tu kes ji wan ji hev hez neke û bi temamî koçber û derbider bibin.

Çekdarekî dijbereya Sûiryê wiha dibêje: Ev dara evîndaran e. Inşela yek mêr û jinên Kefercenê û Meydankê ji hev hez nekin. Inşelah hûn hemû koçber û derbider bibin.”

Welatiyekî ji herêma Efrînê Mihemed Evdî Derbarê şewitandin dara mirazan wekî ku li Çiyayê Kurmênç tê gotin ji Rûdawê re dibêje ku ev nîşana wê yekê ku ev êrîş ne tenê ji bo dagîrkirina xaka Efrînê û guhertina demografiyaya wê ye, lê belê ji bo tunekirina çand û kultûra herêmê ye jî.

Li Herêma Efrînê bi dehan mezargeh hene, nişteciyên herêmê bê cihêwazî, misilman û êzîdî bi taybet rojên înê û çarşemê seredana van mezargehan dikirin û hêvî û omêdiyên xwe disipartin wan.

Xelkê Efrînê hêviyên evîn û xêrê bi çiqlên daran ve dikirin, lê çekdarên operasyona ku bi navê Çiqilê zeytûnê tê kirin, çilqilên daran bi hêvî û omîdiyên xelkê ve şewitandin.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.