July 03, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

BILEZ – Çekdaran li Bexdayê bazarek xistin bin kontrola xwe

Bexda (Rûdaw) Li Bexadyê komeke çekdar êrişî ser bazarekê kirin û piştî teqandina otomobîleke bombekirî avahiyê vê bazarê xistin bin kontrola xwe. Şer û pevçûn di navbera çekdaran û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de berdewam e

185869Image1

Li gor agahiyên ji medayayên Iraqê ve çend çekdarên nenas îşev êrişî bazara Cewhere ya li taxa Bexda Cedîde li rojhilatê bajarê Bexda ya paytexta Iraqê kirin. Çekdaran otomobîleke bombekirî li pêşiya bazarê teqandin û piştre derbasî nav avahiya bazarê bûn û bazar xistin bin kontrola xwe.

Agahiyên ji Bexdayê wê yekê didin xuyakirin, ku çekdaran kesên di nav avahiya bazara Cewhere de dîl girtine.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê derdora bazarê bi tevayî dorpêç kirine. Di navbera çekdaran û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de şer û pevçûn derketiye û hêzên iraqî hewl didin kesên dîl ji destê çekdaran rizgar bikin.

Herwiha li gor agahiyên destpêkê, di encama teqîna otomobîla bombekirî li pêşiya bazarê 5 kes hatine kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyekê din ve kanala nîvfermî ya Aliraqiya ji zarê Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ragihandiye, hêzên ewlehiyê karîne bûyerê kontrol bikin û hemû çekdarên êrişkar bikujin, lê belê ti çavkaniyekê din ev agahî piştrast nekirine.

Herwiha derbarê bûyerê de hêj ti aliyekê fermî yê Hikûmeta Iraqê daxuyanî nedaye.

Fermandeyiya Operasyonên Bexdayê jî derbarê êrişa îşev a çekdarn bo ser bazara Cewhere de ragihand: “2 ji wan çekdarên ku bi rêya otomobîleke bombekirî êrişî bazarê kirin, xwe di nav bazarê de teqandine.”

Derbarê bûyerê de hêj ti agahiyên zêdetir nehatine.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.