April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Beyan name Li bîr anîna yekemîn ya karesata Şingal

Beyan name Li bîr anîna yekemîn ya karesata Şingal

lalish media network\Çinar Şemo

di van rojande bîranîna yekê ya karesata şingal ser me re di bore, ew karesata hatî rudan ji egerê hêrşên hovane yên tîrorstên sazeya da’ş li ser deverdarya Şingal li 3 tebaxa sala 2014, raste vê sazeya gonehbar jimareka zora tawanan encam daye li wan deverdaryên ev hêrş anî ser , belê ewa hatî rudan û bi serê xelkê me hatî li Şingalê ji tevan mezintr bû , ji kuştin û revandina jin û zarokan , û taln kirin û şewtandin û ji nav birnina malên xelkê û mezargehên pîroz , û xirab kirin û taln kirin û jinav birina samanê xelkî .

Me Êzidîyan bi hezaran kuştî û wendabû û revandî û êxsîr hene yê ku ev sazeya hovane wek kol (sebîye) serderyê di gel wan di kin , heR wisa rabûye bi meşqe kirina sedan zarokên êxsyîr yên kûrdên êzidî daku wan bikin di nava şerê xwe yê hovane de , piştî ku mêşkê wan hatî bi serda birin bi çendîn wanên li dor gohartina bîr û bawerên wan û koştin û ser birînê..htd, zedetr ji 400.000 Êzidî niha li nav xîvetgehan di jyaneke perîşan de li Herêma Kurdistanê di jîn .

Eva ku bi serê kûrdên êzidî hatî cînosaydeke dirustye û bi hemû pîverê mirovayetyê , ji berkû qebarê zyanên mirovî bi pîvan di gel jimara me êzidîyan dyar di be karesateke rastînî ye û komel kujî ye di derheqa kurdên Êzidî de hatye encam dan .

Li ser civata nîv dewletî lazime dan pêdan bi vê çendê were kirin ji bo vegerandina mafê xelkê me yê hatî zolm kirin . Şik têde nîne êş û azarên karesata Şingal heta niha di berdewamin û bi hezaran revandî û êxsîr û wenda bû hene û 80% jimara kurdên êzidî di nava kempan de jîyan di kin .

Û niha civaka êzidî ji birîneke din di nale û ne kêm tire ji wê karesatê ew jî mişext buna xelke me ji bo dewletên ourpî .

Her çawan be rê li gencê Êzidî bigre yê ku li paşerojek û cyek aram di gere daku jyana xwe û ya mayî lê biboryne , em jî rê li tu kesî na grin , belê di heman dem de em çu kesî han nadin ji bo meşq bunê , çunke eger meşq bun helbijardekî baş be ji bo demekî kind di heman dem de helbijardeke xirabe ji bo demek dirêj .

Diyartirîn û girngtryn egerê vê meşq bunê jî evin :

1. Belav buna tundrewîya aînî li Iraqê û roj helata navîn beyî herêma kurdistanê yaku wişyar bûnek rastîneyî bi xweve dîtî û we milletê wê berev bi cih anîna hez û vyanên wê yên rewa bin .

2.  ew xizmetên pêşkeş awaran di ên kirin li xîvet gehane û di astekî pêtvye û di bit eqerê meşq bûnê.

paşvebûna azad kirina deverdaryên Êzidîyan , û sistya pê rabûn ji bo avedan kirina ji xana deverdaryên 3. hatîn azad kirin ( deverdarya Sinûnê) wek nimûne .

4. hebûna tirsê ku carek din tîrorstên Da’ş bizvrin wan deveran dagîr bikin .

û serda me baweryek mezin bi pêşmergê qareman heye ji bo jinav birina her hewleke da’ş pê rabe , Ji ber hindê û binavê desteya bilinda bingehê laliş dawa û daxwazyê ji perlemantorê herêma kurdistanê û serokatya herêmê û hikumeta wê di kin hiner û şyanên xo zêdetr bikin ji bo ku ewa bi serê xelkê me hatî wek tawanek komel kujî (Cînosaîd ) were qebul kirin , her wisa daxwaza qerebo kirina xelkê meyê kurdên êzidî di kin bi şwek adilane ewa bi serê wan hatî talan kirin û ji nav birina mal û halê wan ji bilî kuştin û revan din û kor( sebî) kirinê .

Her di heman dem de daxwaz ji cihê şolejî di kin bitr kar bikin û bi cidî ru bi ruyê tundrewya aînî bibin , û bilind kirina keltorê lêborîn û pêkve jyana biraînî û hemû pêk hatên aînî û neteweî û mezhebî da , dîsan daxwaza baş kirina rewşa xizmet gozarya akincyan li kempê awareyan di kin , û daxwaz dikin bi lez li azad kirina deverdaryên Êzidîyan yên dagîr kirî mayîn bikin .

Û dabîn kirina wan deverdaran û ava kirina jêr xanê û xizmetên serekî wek av û alktrîkê …htd . Her di wî wextî de xelkê me hemwa han didin ji bo hev grtinê di vê tengavyê da ya ku em pişt rastn wê wê bi dawî were , her wisa daxwaz ji wan di kin sebir bikin û bi hevre alîkar bin .

Û em pişt rastin û di wê baweryê dene hemû deverdaryên me wê rizgar bibin û di demek kinde wê li ser destê hêzên pêşmergehî bi serkirdayetya serok Mes’ud Barzanî xem xorê tevaya milletê kurdistanê bi wan re jî kûrdên êzidî .

Bi helkefta bîranîna yekê ya karesara Şingal, serxweşyê li xwe û tevaya kes û karên şehîdên xelkê şingal di kin , û me hîvîye ji xwedê mezin û dilovan fereceke nêz bo êxsîr û revandyên me .

Rehmetî û rûmet ji bo şehîdên pêşmerge yên ruha xwe kirin qurban ji bo berevanî kirin ji ax û xelkê Kurdistanê û daxwaza saxî û silametyê di kin bo yen birîndar . Bijî Kurdistan .. Ser şorî bo dijminê mirovayetî û jîanê

Desteya bilinda bingehê lalişyê rewşenbîrî û civakî

Duhok 3/8/2015

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi