April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê bingehê laliş daxwaz ji Yonsko di ke girngyê bi xwendekarên Êzidî bide

Serokê bingehê laliş daxwaz ji Yonsko di ke girngyê bi xwendekarên Êzidî bide

Veguhastin \Çinar Şemo

Aksil Bilat nûner û rêveberê nvîsîngeha Alyonsko li Iraq û Xald Xoşnaw berpirsê fêrkirinê li rêkxrawa Alyonsko li kurdistanê seredana bingehê laliş kirin û ji alyê serok û endamên bingehî û berpirsê bingehê laliş li almanîa ve pêşwazî lê hat kirin û di dîdarekê de grngeşe li ser çend babetan kirin .

Her di wê runştinê de nûner û reveberê al Yonsko li Iraqê û berpirsê fêrkirinê li rekxrawa Yonsko li Kurdstanê û serokê desteya bilinda bingehê laliş behsê girngya fêr kirinê û girngî dan bi vî bwarî ji alyê rêkxrawa navbirî ve ye girêdayî neteweyên yekgrtî ya perwerdî û zanstî û rewşenbîrî kirin .

Paşre Aksil Bilad behsê bê behr buna awareyan ji ferkirniê ji agerê awarebunê kir û dupat kir ku merem ji seredana wî bo nasîna wan arîşên Êzidyane yên di nalin ji alyê xove jî Şêx Şamo behsê rol û çalakyên bingehî her ji roja damezrandî û heya iro bo şandê navbirî kir , û supasya hikumeta herêma kurdistanê kir ji bo wê piştevanîya berdewam û bi taybetî bo doseya veguhastina qotabîyên Êzidî kir .

Di tewerekî dî da Şêx Şamo ji şandê navbirî xwast girngyê bi fêr kirna xwendekarên Êzidî bidet bi taybet awareyan ji Şingalê ku bi hezaran xwendakar ev sale ji xwandin û fêr kirinê bê behr bune Ji ber wê karesata bi serê wan hatî Ji alyê xove berpirsê bingehê laliş li almanya (Şêx xelat Murad) behsê rewşa revenda Êzidîyan li wî welatî kir û dupat jî kir ku jimareya koçberên êzidî ev sale zêde buye .

Her di vê dîdarê de andamê bingehê laliş (Şemo Qasim ) çend daxwazî arastey vî şandî kirin û xwast Mekteb li kempeyan û ji derveî kempeyan wern vekirin.

11694222_893586170712654_661581886_n

11717238_893586570712614_1428504012_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi