Mesrûr Barzanî: Pêwîste rêz li rêkeftinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine îmza kirin bê girtin
BasNews – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 9ê Tebaxê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di civînê de encama serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bpo Bexdayê hat pêşkêşkirin ku taybet bû bi gotûbêjkirina reşnivîsa projeyasaya petrol û gazê ya federal bi hevbeşî û bi hev re di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de ku berhemhênerên petrol û gazê ne, ew jî bi xwegirêdana bi madeyên destûrî yên li ser sektora petrol û gazê.
Serokwezîr tevî tekezkirina li wê yekê ku divê di gotûbêjkirina yasaya petrol û gazê de li ser asta Iraqa federal, maddeyên Destûra Iraqê yên li ser sektora petrol û gazê bikin bingeh û her wek di Destûrê de jî bi zelalî hatiye, ev projeyasa divê bi rizamendiya Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û parêzgehên berhênerên petrola Iraqê be û rengdana bingehên sîstema federal a Iraqê be wek di Destûrê de hatiye bicihkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kiriye ku divê rêz li wan rêkeftinan were girtin ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatine îmzekirin.
Encûmena Wezîran girîngiya hebûna yasaya petrol û gazê li ser asta Iraqê dûpat kiriye bi mercek li gor bingehên rêkxistina vê sektorê be û sîstema federal a Iraqê be wek di destûrê de hatiye.
Piştre di civînê de, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed reşnivîsa “peyrewa sindoqa çavdêrî û şiyandina kesên kêmendam û xwedî pêwîstiyên taybet” pêşkêş kir ku li ber ronahiya yasaya hejmara 22 ya sala 2011 hatiye amadekirin û armanc jê, destbikarkirina sindoqê ye, da ku dahateke bidesthatî ya vî warî tê de were komkirin û careke din were xerckirin ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan.
Piştî gotûbêjan, Encûmena Wezîran bi yekdengî peyrew pesend kir û Wezareta Kar û Karûbarên Civakî raspart, bi hevahengiya wezaretên pêwendîdar û rêxistinan, rêkarên pêwîst werbigrin piştî ketina warê cîbicîkirina peyrewê.
SA