Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Divê destên li pişt bûyera Zaxo bên aşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, wî saziyên pêwendîdar ên hikûmetê erkdar kirine wan destên li pişt tawana kuştina efserê xanenişîn Mihemed Mîrza ne, aşkere bikin ku şeva bihorî li Zaxoyê di bûyera agirpêketina otomobîla xwe de canê xwe ji dest da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de ku ji malbata efserê xanenişîn Mihemed Mîrza Yûnis Sofî re şandiye, dibêje: “Şeva bihorî di bûyereke bi guman de, otomobîla emîdê xanenişîn Mihemed Mîrza Yûnis Sofî li nav bajarê Zaxoyê teqiya û di encamê de ew efserê kedkar ê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê şehîd bû.”
Di beşeke din a peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Di vî warî de min talîmat da dezgehên pêwendîdar ku li ser vê bûyerê lêkolînek berfireh bikin û destên li pişt vê tawanê eşkere bikin.”
Şeva bihorî 23ê Tîrmeha 2023yan, li ser cadeyekê li nav bajarê Zaxoyê agir bi otomobîlekê ketibû û otomobîl bi tevahî şewitîbû.
Piştî bûyerê, Berdevkê Polîsê Zaxoyê Ehmed Remezan ji Rûdawê re gotibû, di encama bûyerê de, kesek di nav otomobîlê de şewitî ye û canê xwe ji dest daye.
Berdevkê Polîsê Zaxoyê herwiha diyar kiribû, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanîn.
SA