October 01, 2023

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Welatên cîhanê bêrêziya li hember Qurana Pîroz şermezar dikin

Welatên cîhanê bêrêziya li hember Qurana Pîroz şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo nîşandana nerazîbûnê li hember bêrêziya li Qurana Pîroz, her yek ji welatên Erebistana Siûdî, Îran û Qeter, Balyozê Swêdê yê li welatê xwe bangî wezaretê kirin û nerazîbûna xwe li ser rêdana li sivikatiya li hember Quranê li Stockholmê, nîşan dan.

Li aliyekî din, Wezaretên Derve yên Tirkiye û Urdinê sivikatîkirina li Qurana Pîroz li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê bi tundî şermezar kirin.

Herwiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres hevsoziya xwe ji bo Misilmanan nîşan da û gotara rikdariyê û tundiya li hember ola Îslamê şermezar kir.

Li gor vîdeoya ku hatiye belavkirin, Selwan Momîka, heman ew kesê ku di roja yekem a Cejna Qurbanê de çapeke Qurana Pîroz şewitand, duh jî li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê bêrêzî li Qurana Pîroz û ala Iraqê û wêneya Muqteda Sedir kir, lê belê wek beriya niha bangeşe kiribû, Qurana Pîroz neşewitand.

 

CH

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi