March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Şêxanê 24 projeyên xizmetguzariyê tên cîhbicîh kirin

Li Şêxanê 24 projeyên xizmetguzariyê tên cîhbicîh kirin

BasNews – Li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kevirê bingehîn ê cîhbicîh kirina 24 projeyên xizmetguzariyê li qeza Şêxanê hate danîn.
Qaymeqamê qeza Şêxanê Serdar Yehya ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 25.05.2023yê bi amadebûna parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter ve kevirê bingehîn ê cîhbicîh kirina 24 projeyên xizmetguzariyê ku bi 3 milyar û 863 milyon dînar ve li ser budceya parêzgeha Duhokê û bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dê bên çêkirin li qeza Şêxanê hate daîn. Proje pêktê ji çêkirina rê û projeyên elektrîkê û ava û şaredarî û çareseriya pirsgirêka av a vexwarinê li Etrûş û Qesrok û hejmarekî gundên devera Şêxanê li xwe digre.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi