March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dîmenên Mozexana Yadgeha Niştimanî ya Barzanî bibînin

Dîmenên Mozexana Yadgeha Niştimanî ya Barzanî bibînin

Îro di merasimeke mezin de bi amadebûna Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û bi beşdariya gelek dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, herwiha hejmareke zêde ji kesayetên navxwe û derve, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li gundê Barzanî hat vekirin.

Merasîma vekirina vê yadgehê di demjimêr 10:00 de bi pêşwaziya li mêvanan dest pê kir.

Di merasimê de Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê jî amade bûn.

Yadgeha Niştimanî ya Barzanî, saziyeke çandî ya Herêma Kurdistanê ye ku ji bo bîranîna serkirdeyê mezin ê Kurd û sembola berxwedana gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî hatiye avakirin.

Armanc ji avakirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî, hişyarkirina hemû aliyan e li ser wêya ku civaka Kurdistanê di çi rewşê re derbas bûye û çawa gihîştiye roja xwe ya îroyîn, herwiha ji bo nifşên nû yên Kurdistanê jî bîranînek e ku bav û kalên wan ji bo bidestxistina mafên xwe çi qas zor û zehmetî dîtine.

Taybetmendiyeke Yadgeha Niştimanî ya Barzanî ev e, ku qadeke mezin heye ji bo lidarxistina merasîmên kulturî, ev qad li gor malpera yadgehê, “atmosfêreke wê ya pir aram û asûde heye, ku bedewaiya xwezaya herêmê nîşan dide.”

Herwuha yadgeh bi rêya muzexaneyê serdankerên xwe ber bi geştekî zelal bo nav dîrokê ve dibe û gelek çîrokan ji serdankeran re zelal dike.

Di Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de odeyeke şanoyê heye ku bi rêya fîlmên dokyumentarî yên kurt, bi kurtî dîroka Barzan tê nîşan dan, herwiha galeriyek di muzexaneyê de heye ku kar û berhemên nîgarkêşên navdar ên navçeyê nimayiş dike.

Yadgeha Niştimanî ya Barzanî (BNM) herwiha saloneke civînê jî li xwe digre û hejmarek odeyên semînarê bo konferans û semînaran jî lê hene. Armanceke yadgehê ev e ku gelek çavkaniyan ji bo lêkolînvan û xwandevanan dabîn bike.

Herwiha pirtûkxaneyek li Yadgeha Niştimanî ya Barzanî heye ku gelek pirtûk û belge têde hene. Ji bo kesên ku nikarin serdana pirtûkxaneyê bikin û bêtir bi rêya teknolojiyê kar dikin, pirtûkxaneya elektronîk (online) jî hatiye dabînkirin.

Li aliyekê din, odeyeke weke şikeftê di nav Yadgeha Niştimanî ya Barzanî hatiye çêkirin û wek heman şikeftê hatiye dîzaynkirin ku Mistefa Barzanî bo demeke dirêj lê jiyana xwe derbas kiriye.

Muzexaneya yadgehê bi hûrgiliyên zêde weke çiya û şikeftan hatiye dîzaynkirin ku bo salên dûr û dirêj wek mertalekê neteweya Kurd parastine.

Dîmenê sê rehendî 3D yê nav muzexaneya Yadgeha Niştimanî ya Barzanî:

Rudaw

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi