Mesrûr Barzanî pêşwazî li Qubad Talebanî kir
BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û di wê hevdîtinê de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Gulana 2023an pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir.
Di atmosfereke erênî de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.
Her di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rewşa dawî ya siyasî ya Herêm û navçeyê û tekezî li ser parastina tebayî û yekrêziya navxweyî ji bo parastina berjewendiyên netewî û mafên destûrî yên welatiyên Herêma Kurdistanê.
SA