March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê dîsa dest pê bike

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê dîsa dest pê bike

BasNews- Biryar e hikûmeta Iraqê di rojên pêş de daxwaz ji Tirkiyê bike ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike. Parlamenterek jî dibêje: Piştî pesendkirina projeyasaya bûdceyê, dê kar li ser yasaya petrol û gazê kar biki

Piştî rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, pirsgirêkên teknîkî yên hinardekirina petrola Kurdistanê bi dawî bûn. Di van du rojên bê de jî, hikûmeta Iraqê dê bi fermî daxwazê ji Tirkiyê bike ku hinardekirina petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Endamê Komîta Petrol û Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê Nehro Riwandizî ji K24ê re ragihand, pirsgirêkên teknîkî yên hinardekirina petrolê çareser bûne. Tê payîn ku Wezareta Petrolê ya Iraqê di nava 2 rojên bê de, bi fermî daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê bike ku hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.
Projeyasaya petrol û gazê ji sala 2005an ve hatiye amadekirin, lê ji ber nbûna rêkeftina siyasî, di parlamentoyê de derbas nebûye. Piştî pesendkirina bûdceyê, parlamento dê dest bi xwendina yekem a yasaya petrol û gazê bike.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Îbtsam Hilalî ji K24 got: “Piştî pesendkirina yasaya bûdceyê, em ê xwendina yekem û duyem ya yasaya petrol û gaze bikin ku rêkeftineke siyasî li ser heye, lewma dê di zûtirîn dem de were pesendkirin.”

Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê ligel Serokwezîrê Iraqê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kir û daxwaz kir ku ew rêkeftin bibe yasa, da ku mafên gelê Kurd neyên binpêkirin û mafên darayî bên şandin.

Endamê Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê ji K24ê re got: “Di hevdîtina me ya li gel Serokwezîrê Iraqê de, me daxwaz kir heta Herêma Kurdistanê hemû petrolê radestî hikûmeta Iraqê Bike, divê hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwe li hember mûçeyên karmendan û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bigire.”

Piştî ku pirsgirêkên siyasî, teknîkî, îdarî û darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi dawî hatin, tê çaverêkirin Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi hinardekirinaa petrolê bike. Hin aliyên Parlamentoya Iraqê di wê baweriyê de ne ku kilîta çareserkirin û jinavbirina nakokiyên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, tenê yasaya petrol û gazê ye.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi