March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Parêzgarê Duhokê serdana çar qezayên ku lehî lê rabibû kir

Parêzgarê Duhokê serdana çar qezayên ku lehî lê rabibû kir

BasNews – Di encama rabûna lehiyan li parêzgeha Duhokê û berketina ziyanên madî de, parêzgarê Duhokê serdana herçar qezayan kir ku ziyanên madî lê çêbibûn.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter îro di civîneke çapemeniyê de ji saziyên ragehandinê re diyar kir: ‘’Elbet berî naha pêşbîniya vê lehiyê hatibû kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû aliyên pêwendîdar erkdar kir ji bo ku amadekariyan bikin û kes nikare bersinga lehiyan bigre, tenê hewl tê dayîn ku ziyan bên kêmtir kirin.’’

Parêzgarê Duhokê diyar kir: ‘’Li her çar qezayên Akrê, Şêxan, Berdereş û Amêdiyê lehî rabûn û ziyan geheşt xelkê. Spasiya her kesekî dikim ku destê wî heye ji bo kêmkirina ziyanan. Me biryar daye hemû qaymeqam û rêveberên nahyeyan dest bi lêkolînê bikin û ziyanên lehiyê em bizanin û her çi kêmasiyek û pirsgirêkekî elektrîk, av û rê hebe bilez bê çareser kirin.’’

Parêzgarê Duhokê diyar kir: ‘’Spas ji bo xwedê ziyanên canî nebûne, ziyanên madî çêbûn û tişta di şiyana me de be ji bo xelkê xwe emê pêşkeş bikin.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi