Ukrayna 200,000 leşkeran ji bo êrîşan amade dike
BasNews– Damezrîner û fermandarê hêzên Wagner dibêje, Ukrayna 200,000 leşker ji bo êrîşeke dijber amade kiriye.
Damezrîner û fermandarê hêzên Wagner Evgeny Prigozhin, ku niha li kêleka hêzên Rûsyayê şer dikin got: “Divê em dijminê xwe û gefên wî biçûk nebînin.”
Fermandarê hêzên Wagner dibêje, Ukrayna xwe ji bo êrîşeke dijber amade dike, Ukrayna 200,000 leşker amade kiriye, li gorî hin çavkaniyan, ev hejmar gelek zêdetir e û digihîje 400,000.
Prigozhin got, “Hejmara mezin a leşkerên Ukraynayê û amadekariyên wan ên ji bo êrîşeke dijber nayên piçûkxistin.”
Berî niha Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky soz dabû ku tevahiya axa welatê xwe azad bike, lê nexwest hûrgiliyên planê eşkere bike û got ku dê tevahiya axa Ukraynayê ya dagîrkirî ji Rûsyayê were paqijkirin.
Wî berpirsê hêzên rûsî hişyar kir ku tenê du rê li ber wan in: yan vekişin yan jî bên kuştin.
CH