March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Tennessee ya Amerîkayê Newroz wek ‘Cejna Kurdan’ hate ragihandin

Li Tennessee ya Amerîkayê Newroz wek ‘Cejna Kurdan’ hate ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Nashville a Tennessee ya Amerîkayê, Newroz wek cejna Kurdan nas kir û biryar da ku Newroz bibe cejneke fermî.

Şaredarê bajarê Nashville John Cooper biryara ku Newroz li Nashville bibe betlaneya fermî.

John Cooper li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, “Ev biryar girîngiya civaka Kurd a li Nashville nîşan dide. Em bi Nashville a ku mala herî mezin a dîasporaya Kurdî ye, serbilind in. Ev roja xweş hatina biharê tîne bîra mirov.”

Di merasîmê de ku ji bo Newrozê ji aliyê Şaredariya Nashville ve hatibû organîzekirin, gelek Kurd û Amerîkî û nûnerên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Amerîkayê Hikmet Bamernî diyar kir ku li bajarê Nashville bi hezaran kes ji neteweyên din jî hene û got, “Ez weke Kurdekî ku 46 sal in li vir dijîm, bi vê biryarê serbilind im. Weke Kurd em ê xebatên xwe bidomînin.”

Piştî vê biryarê Newroz jî wek cejnên fermî yên li Nashvilleê dibe betlane û Kurdên ku bixwazin dê bikaribin neçine kar.

Ji ber ku Nashville paytexta eyaleta Tennessee ya Amerîkayê ye û biryar ji bo eyaleta Tennessee bi giştî tê dayîn, Newroz dê li seranserî eyaleta Tennessee bibe betlaneya giştî.

Cîgirê Şaredarê Nashville Jim Shulman biryar wek biryarek girîng binav kir û got, “Şaredar dê îro wek betlaneya fermî rabigihîne. Ez dibêjim ev biryareke mezin e. Li Nashville tevî Kurdan ji neteweyên din jî mirov hene. Divê em bizanibin ku gelek gel û gelek cejnên fermî hene. Kurd jî yek ji van gelan e. Em kêfxweş in ku Şaredar ew dane nasîn.”

Hejmara Kurdên ku di sala 1976an de dest bi çûyîna Nashville kirin ku jê re “Kurdistana Biçûk” tê gotin, îro 20 hezaran derbas kiriye.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi