April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê dest ji mafên xwe bernade

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê dest ji mafên xwe bernade

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî di 53emîn salvegera peymana 11ê Adara 1970an de peyamek belav kir û ragihand, “Gelê Kurdistanê di bin tu şert û mercan de û di bin ti zextan de dest ji mafên xwe bernade.”

Îro şemiyê 11ê Adara 2023an, 53 saliya Rêkeftina 11ê Adarê ye ku di encama danûstandinên navbera hikûmeta Beas û Kurdan de bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî hatibû ragihandin. Serok Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku ev rêkeftin yek ji destkeftên giranbiha yên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî got, “Girîngiya vê rûdana dîrokî li wê yekê daye ku li encama xebat û şoreşa gelê Kurdistanê û Partî bi rêbertiya Barzanî, rejîma wê demê ya Iraqê neçar kir ku li yanzdehê Adara 1970 da yekem car û bi awayeke fermî beşek ji mafên gelê me bipejirîne. Ew mafên ku her li destpêka dirustbûna dewleta Iraqê dihatin inkarkirin û zeftkirin.”

Rêkeftin ji 15 xalan pêk dihat, piştî du salan ji danûstandinan di 11ê Adara 1970an de ji aliyê Ehmed Hesen Bekir serokkomarê wê demê yê Iraqê ve li Bexdayê hate xwendin.

Xala herî girîng a peymanê naskirina mafê otonomiyê ji bo Başûrê Kurdistanê bû, di heman demê de hînkirina zimanê Kurdî di dibistanan de bû, cara yekem bû ku Hikûmeta Iraqê bi fermî ev mafên gelê Kurd qebûl kir.

Serok Barzanî li ser rêkeftinê her wiha anî ziman, “Rêkeftin berhema têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge, girse û hemû çîn û pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê ye.” û “pênase û bûna gelê Kurdistanê li nav dewleta Iraqê bir qonaxekî bilindtir û bawerî bi xwebûnê li kurahiya dilê Kurdistanê bihêztir kir.”

Tevî ku rejîma Iraqê pişta xwe da rêkeftinê û mafên gelê Kurd binpê kir lê Serok Barzanî di wê baweriyê de ye ku “Derwazeyek bû ji bo qonax û hengavên mezintirê xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Gelê Kurd di bin tu şert û mercan de û di bin tu zextan de dest ji mafên xwe bernade.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi