April 25, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî li ser dabeşkirina yekem mûçeyên dîjîtalî peyamek belav kir

Mesrûr Barzanî li ser dabeşkirina yekem mûçeyên dîjîtalî peyamek belav kir

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destpêkirina destpêşxeriya Hejmara Min ragihand, ku bernameyeke giştgîr a darayî ye, ji bo fermanberên sektora giştî û xanenişînan.

Îro Sêşemê 28ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragihand, di çend rojên dahatû de mûçeyên nêzîkî 850 karmendên Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya li Hewlêrê bi dîjîtalî dikeve ser hejmarên nû yên bankî yên fermanberan.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Îro destpêşxeriya “Hejmara Min” dest pê dike, ku bernameyeke giştgîr a darayî ye ji bo fermanberên sektora giştî û xanenişînan. Di çend rojên dahatû de, di qonaxa ceribandinê ya vê destpêşxeriyê de mûçeyên nêzîkî 850 karmendên Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya li Hewlêrê bi dîjîtalî dikeve ser hejmarên nû yên bankî yên fermanberan. Em ê bi sûdwergirtina ji vê destpêkê, vê projeyê berfirehtir bikin û ji meha Hezîranê ve em ê kar li ser wê yekê bikin ku di nava du salên bê de dayîna mûçeyên hemû fermanberan û xanenişîn û hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêmê dîjîtal bibe.

“Hejmara Min” rêyeke parastî û şefaf û guncaw ji bo fermanberên hikûmetê û xanenişînan pêk tîne, da ku bikarin bi rêya torek ji amûrên kişandina pereyan (ATM) mûçeyên xwe werbigrin, ku zêdetirî 1000 cih li seranserê Herêma Kurdistanê berdest dibin. Ji bilî wê jî, fermanberên sektora giştî, destê wan dê bigihîje xizmetguzariyên modern ên bankayê, ji wan; kredî, şiyana paşekewtkirin, hewaleya navxwe û navdewletî, pere kişandina navdewletî û pere dayîna  online û dîjîtalî.

Ev destpêşxerî, bêguman dê bibe sedema modernkirina sektora bankî û bilezkirina proseya me ya werçerxan a dîjîtal û geşepêdana aboriya me û di heman demê de bikaranîna pereyên kaş di danûstandinan de kêm dike, bi vê yekê jî aktîvbûn û şefafiyeta hikûmetê zêdetir dike.

“Hejmara Min” yek ji destpêşxeriyên demdirêj ên Kabîneya Nehem e, ku ji bo dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û zêdekirina xweşguzeraniya welatiyan û hêsankariyê ji bo bazirganiyê li Kurdistanê derdixe holê. Ji vî alî ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe di berfirehkirina vê destpêşxeriyê de û rênimayên nû digre ber ji bo handana zêdetir a peredayîna dîjîtalî.

Ez spasiya Wezareta Darayî û Aboriyê dikim ji bo piştgiriya wan a berdewam di serxistina vê destpêşxeriyê de û ji bo hewla wan a berdewam di warê çaksaziyê de.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi