March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Konê Reş: Zimanê me êdî nema dimre

Konê Reş: Zimanê me êdî nema dimre

Ji sala 2011yan ve, tevî aloziya rewşa siyasî, abûrî û civakî, li Rojavayê Kurdistanê, Zimanê Kurdî, weke zimanê dayikê ji bo gelê Kurd, pêşketin û geşbûneke berbiçav dît, bi taybetî nifşê nû, ku bi şarezayî bi zimanê xwe dixwîne, dinivîse û dahênê dike.

Nivîskar û helbestvanê Kurd, Konê Reş, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa Roja Zimanê Dayikê û Roja Zimanê Kurdî dike.

Konê Reş dibêje “21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê. Em wê jî bi tevahiya gelên dinyayê re kêfxweş in ku m pîroz bikin. Çendîn ziman di dinyayê de be pêşketina kultura dinyayê, rewşenbiriya dinyayê tê zêdekirin.”

Konê Reş bi geşbînî û hêviyeke mezin behsa geşbûna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dike û bi şanazî pesnê rola xwendingeh, dibistan û zanîngehan dide.

Konê Reş got jî “Xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî li Rojava piştî 2011-2012an ez dikarim bibêjim geşbûneke mezin bi xor û keçên Kurdan re çêbûye. Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî roleke mezin dilîzin. Mixabin Zanîngeha Efrînê di rewşeke awarte de ye weke ku hûn tev dizanin. Belê xort û keçên me bi hezkirin berê xwe dane xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî. Ez vê yekê jî gaveke gelek erênî dibînim ku êdî nema zimanê me dimre.”

Nivîskar û helbestvanê Kurd, Dilawerê Zengî, yek ji dehên rewşenbîran e, ku bi salan û bê westîn û westan, ked û kar di ber Zimanê Kurdî de kirine, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa geşbûna vî zimanî dike, ku çawa li Rojavayê Kurdistanê, di deheya dawî de, di pêşketinê de ye.

Dilawerê Zengî  Nivîskar û helbestvanê ji Qamişlo diyar kir “Ji sala 2011an û vir de zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gelekî pêş ket. Zimanê Kurdî di rêya dibistan, zanko û peymangehan re derbasî qona xwendin û nivîsandinê bû. Ziman jî di rêya perwerdê re pêş dikeve ku di van qonaxa 10 salan de zimanê me gelekî pêş ket û di nav nifşê nû de pir belav bûye.”

Bi pêşniyarekê ji Bengladêş, Rêxistina Perwerde, Zanist û Rewşenbîriyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), sala 1999an biryar da, û di sala 2000î de, cîhanê şahî bi 21ê Sibatê kir, weke Roja Zimanê Dayikê.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi